Ji komxebatê: Divê destekdayîna Tirkiyê ya bi DAIŞ‘ê re were lêkolînkirin

Di semînerên ku komxebata navnetewî ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê hatin dayîn de hate gotin ku dewleta Tirk destekê dide komên radîkal û gotin: “Divê ji hevkariya dewleta Tirk re lêkolîn bên destpêkirin û ew bên belgekirin.”

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo li hola Beylesan yekemîn komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) bi tevlînbûna sedan kesên navdar bi dayîna semîneran berdewam dike.

Maseya yekem ya semîneran mijara dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ’ê dest girt.

Moderatorê maseyê Dr. Sileman Îlyas dike û Dr. Azad Elî, Dr. Michael Rubin, Dr. Beyar Mistefa Doskî, Dr. Celal Zenatî semîner dan.

Pêvajoyek ronîkirine divê destpê bike

Semînervanan diyar kir ku tevgerên cîhadî ji sedsala 20‘ an de asteke nû ji tudiyê re derxistin holê û got: “Civaka ku bi dagirkeriya DAIŞ re rû bi rû mane divê bernameyên perwerdeyî û çandî bên dayîn. Li ser navê îslamiyetê komkujî der haqê gelan de pêk hatin. Ol wekî hincet ji xwe re dîtin. Ji bo em bibin hêza ku li hember DAIŞ li berxweda û rûmeta civakan biparêzin divê em siyaseta nerm bidin meşandin, civakê ji nûve ava bikin û perwerde bikin. Erdogan ji bo bibe xalîfe Rojhilata Navîn projeya muslimantiye da destpêkirin. Armanc vegera Osmaniya berê û ji ber wê dagirkeriya Efrînê pêk anîn. Di heman demê de dewletên ku dibêjin em li dijî DAIŞ in hem piştgirî didin hem jî şerê wê dikin. Hêza ku bi serket û li dijî DAIŞ şer kir QSD ne.”

Divê lêkolîn Tirkiyê re bê kirin

Semînervanan diyar kirk u Erdogan kurtasî bi awayekî eşkerê piştgirî dide DAIŞ k û got: “Bi aborî rê vekirina ji çeteyên DAIŞ re destê Tirkiyê gelek sûcan de heye. Tirkiye sedan çekên NATO gihandin DAIŞ e. Divê Amerîka vê lêkolîn bike. Li hin DAIŞ’iyan re pasaportên Tirkiye hebûn. Bi hemû hewildanan islama cîhadî avakirin. DAIŞ ji aliye dewleta Tirkiyê ji bo ewlehiya herêmê têk bibe hat bikaranîn.”

Semînervanan anîn ziman ku hebûna DAIŞ xwe disperê komkujiyan û gotin: “Dewleta Tirkiyê bi komên radîkal re hevkarin. Pirsgirêka xelasiya ji terora DAIŞ li Tirkiyê ye. Fînanskiriba DAIŞ hişt ku DAIŞ xwe xûrt bike.”

Piştî dayîna semîneran endamê kordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di axivê.

ANHA


Mijarên Din