Ji Kongreya Civaka Îslama Demokratîk banga diyalogan

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a li bajarê Qamişlo ya li dijî gefxwarinên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 5‘an bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di rojan 5‘an a dawî ya çalakiya konvedanê ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ya li bajarê Qamişlo de bi sedan oldar, xîtabdarên mizgef û pêkhateyên bajarê Qamişlo beşdar bûn. Çalakî bi daxuyaniyekê bi daw bû.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratî Mihemed Mela Reşîd Xerzanî ve hat xwendin.

Xerzanî anî ziman ku civaka Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên li ser herêmê şermezar dike  û got:

"Di roja dawîn a konê şermezarkirina gefên Tirkiyê û komên alîgirên wê de, di vê meha pîroz de gefên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, misliman, xiristiyan û êzîdî, beşdarî rêveberî û parastina herêmê dibin. Hemû pêkhateyên herêm di maf û erkan de wekhev in û beşdarî têkbirina komên terorîst, di serî de DAIŞ’ê, bûn. Tevahî pêkhateyan di rêya sepandina ewle, aramiya li vê xaka pîroz a Sûriyê de, qurbanî dan.

Xaka ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, ji dest nadin. Tişta ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ji dizîn, revandin û koçberkirinê pêkanîne, li pêş çavên hemûyan in."

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk de spasiya hêzên piştgiriya manewî û madî didin Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin. Di serî de jî spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî ya qedexekirina Tirkiyê ya êrîşkirina herêmê, hat kirin.

Kongrê di daxuyaniyê xwe de bang li hikûmeta Rejîma Sûriyê kir ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî dijminahiya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê pêk bîne. Her wiha peyama Abdullah Ocalan a ji bo hikûmeta Tirkiyê ku li şûna şer, deriyê diyalogan veke silav kir û got: "Em Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di mijaraê mafên kurdan de piştevaniyê didin zimanê diyalog û biratiyê, em parçebûna welatan naxwazin, lê em maf û edaletê dixwazin."

Daxuyanî bi xwendina ayatên Quranê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din