Ji malbata şehîd Masîro re sersaxî hate xwestin

Bi sedan welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Masîro Qeremox re xwesti. Di sersaxiyê de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ku hevserokên Meclîsa TEV-DEM û endamên saziyên sivîl jî di nav de serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD'ê Ebdil Qadir Mehmûd (Masîro Qeremox) kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Di bin kon de merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Şehîd Masîro li Tebqayê şehîd bûbû.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê li ser navê PYD'ê Fatimê Xelîl axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em îro bi ciwanên gundê Qeremox serbilind in. Îro wan ciwanan canê xwe feda kir û axa welatê xwe parast."

Di merasîmê de li ser navê  malbata şehîd Masîro Qeremox Xelîl Mislim jî axivî û destnîşan kir ku parastina herêmê erka dikeve ser milê hemû welatiyên herêmê ye û wiha dom kir: "Dema ku ciwanên me tev li refên şer bûn me zanibû ku dê roja şehadeta wan were.  Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in, em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên riya wî bin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(şm-em/ew)

ANHA


Mijarên Din