Ji malbata şehîd Tîmaf re sersaxî hate xwestin

Şêniyên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîda Berxwedana Rûmetê Zeyneb Bekir (Tîmaf Serbilind) re xwest.

Şervanan YPJ‘ê Zeyneb Bekir bi nasnav Tîmaf 29‘ê Cotmehê  di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî şehîd bibû. Cenazeyê şehîd Tîmaf duh bi merasîmeke girseyî li goristana gundê Beno ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan  a taxa Şêxmeqsûdê îro merasîmê sersaxiyê yê şehîd Zeyneb li qada şehîdan a taxê li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de li ser navê malbatên şehîdan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, Meclisên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê axaftin hatin kirin.

Axîveran sersaxî ji malbata şehîd Tîmaf re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê dan.

Her wiha hate kişandin di vê pêvajoya nazik de xebateke hevpar li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê pêwîst dike û hate diyarkirin ku serkeftin dê para gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be ji ber ku mafdar be û li gor parastina rewa de parastinê dikin.

Di gel ku axîveran îşaret bi misogerkirina serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, ji ber ew xwedanê projeya parastinê ya li ser bingeha parastina rewa ye ne.

Paşê merasîm bi sloganên"Şehîd namirin û berxwedan jiyan e"bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din