Ji malbatên şehîd Dilşêr û şehîdên komkujiya li Aqîbê re sersaxî hate xwest

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr Kefer Nasih û şehîdên komkujiya li gundê Aqîbê re xwestin.

Ji bo şervanê YPG‘ê Elî Kenco (Dilşêr Kefer Nasih) yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû û şehîdên komkujiya li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawaya ya dewleta Tirk a dagirker 25‘ê Sibatê li dijî malbatekê pêk anînbû sersaxî hate xwestin.

Konê sersaxiyê li gundê Kefer Nasih ê herêma Şehbayê hate vendan. Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn bin kon û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Dilşêr, şehîdên komkujiya gundê Aqîbê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û YPG û YPJ‘ê hatibû xemilandin.

Merasîmê sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaza vîna gelê li Şehba û navçeya Şêrawaya têk bibe. Dewleta Tirk çete û xayînan bi kar tîne da ku armancên xwe yên pêkanîna projeya Osmanî bi cih bîne, lew ra bi zanebûn rojane komkujiyan li dijî gelê Efrînê pêk tîne."

Bi navê Meclisa kantona Efrînê Şadiya Îbrahîm axivî, anî ziman ku rêxistinên navdewletî ji komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî koçberên Efrînê pêk tîne, berpirsyar e.

Di merasîm de bi navê Yekitiya Jinên Azad, Rehîma Elo li ser kurtejiyana şehîd Dilşêr Kefer Nasih axivî: "Şehîd Dilşêr ji pêkhateyê Ereb e, di oxira parastina welat parastina rumeta hemû pêkhateyan de şehîd bû."

Bi navê meclisa kantona Şehbayê Mihemed Xêr Weysî seraxî ji malbatên şehîdan re xwest û şîfa lezgîn ji birîndaran re xwest.

Weysî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hevgirtina netewî ya gelê herêmê û projeya netewa demokratîk dike.

Weysî soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre nasnemaya şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd Dilşêr hate kirin.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîda re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din