Ji mîhrîcana Minbicê banga diyalogê

Hejmarek kesên ku tev li çalakiyên Mîhrîcana werzîşî ya duyemîn a Minbicê û gundewarê wê bûne gotin bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên mezin li Minbicê hatin bidestxistin. Her wiha bang li aliyên Sûriyê kirin ku li ser masaya diyalogê rûnin û aloziya welêt çareser bikin.

Çalakiyên Mîhrîcana werzîşî ya duyemîn a Minbicê û gundewarê ji vê sibehê ve didomin. Mîhrîcan bi boneya sêyemîn salvgera damezirandina  Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê lidar ket.

Bi sedan şêniyên Minbic, endamên Rêveberiya Sivîl, saziyên civaka sivîl, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mîhrîcana ku li stada beledî de lidar ketiye amade bûn.

Pankartên bi nivîsên ‘Bi têkoşîna jina ciwan em mûmên rizgariyê vêdixin, Bi hêza werzîşvanan em ê biserkevin, Bi her giyanek werzîşî em ê faşîsta Osmanî têk bibin, Zanist minareya ku pêşeroja nifşan ronî dike, Bi yekitiya jin yekitiya gelan destpê dike û Bi giyana şehîd Can Feda em ê heya serkeftinê tê bikoşin’ li stadê hatin daliqandin.

Di mîhrîcanê de gelek axaftin ji hêla serokê Buroya lîstokên ferdî ya Yekitiya Werzîşê ya Minbicê Aqîl El-Seyd Ibrahîm, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo, fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil û hevserokê Meclisa Ciwanan Hecî Mistefa hatin kirin.

Axaftvanan sêyemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê pîroz kirin. Her wiha teqez kirin bi rêya lidarxistina mîhrîcanê wê dengê gelê herêmê bigihînin cîhanê ku li gel rêveberiya heyî û bi parastina hêzên leşkerî ciwan hêviyên xwe pêk tînin.

Axaftvanan bang li aliyên Sûriyê kirin ku tevli diyalogê bibin û aloziya Sûriyê çareser bikin. Her wiha diyar kirin bi saya fedekariyên şehîdan rêveberiyên xweser û sivîl hatin avakirin. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di axaftina xwe de teqez kir ku tevî gefên Tirkiyê li dijî herêmê lê ew bajarê xwe diparêzin. Ebû Adil soza şopandina rêya şehîdan da, şehîdên ku bi saya wan axa welêt ji terorê rizgar bûn.

Piştî bidawîbûna axaftinan, tîma ciwanên Minbicê ya taykwendo berhemên xwe yên werzîşî û koma Minbicê ya stran berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Çalakiyên mîhrîcanê hîna berdewam in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din