Ji Navenda Jineolojî civînên zanistî

Li Kobanê Navenda Lêkolînên Jineolojî civînek li ser zewicandina zarokan, veqetandina jin û mêr dan.

 

Navenda Lêkolînên Jineolojî ji bo şîrovekirina bandora neyinî ya zewicandina zarokan, veqetandina jin û mêr û gelek adetên paşverû civînek li bajarokê Bêndera Mezin a rojavayê bajarê Kobanê lidar xist.

Bi dehan şêniyên gund û endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Mûdîra Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Dîrok Qehreman rewşa civakî û ya jinên li herêmê, pirsigêrkên li jinan rast tên û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan şîrove kir.

Beşdaran der barê erênî û neyiniyên pêşketina civakê nêrînên xwe anîn ziman, her wiha îşaret bi girîngiya rola mezin a ramanê Ocalan kir ku rê nîşanî jinan da da ku azadiya xwe bidest bixin.

Her wiha mijara zêdebûna diyardeya veqetan jin û mêr, zewicandina zarokan û bandora wê yê neyinî li civakê, têgihiştina şaş a têgeha azadiya jinan hatin nîqaşkirin.

Beşdaran gotin, divê jin ji pêşketinên civakî têgihiştî bin û bi duristî sûdê ji derfetan bigirin da ku mafên xwe bidest bixin.

Tê payîn ku Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Firatê  mîna van civînan li navçeya Sirînê li dar bixe û der barê diyardeyên navborî belavokên hişyariyê werin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din