Ji parlamentoya Misirê: Perspektîf û qedexeya derketina derve

Îro parlamentoya Misirê bi daxuyaniyekê bergiriyên têkildarî parastina ji belavbûna vîrusa Koronayê û qedexeya derketinê ragihand.

Parlamentoyê bi daxuyaniyekê xîtabî welatiyan kir û got, ji malên xwe dernekevin û li gorî perspektîfên tenduristiyê û aliyên pêwendîdar tev bigerin. Parlamentoyê spasya fermandariyê siyasî ya Misirê, hikumetê û hêzên çekdar kir.

Di daxuyaniyê de hat piştrast kirin ku bersivdayîna mayîna welatiyan li malê dê dewletê ji girtina bergiriyan xelas bike.

Her wiha divê welatî tenê pêwîstiyên xwe bikirin, xwe berpirsyar bibînin û paşguh  nekin.

Daxuyaniyê banga dûrxistina ji gotegotên li ser malperan belav nekin, agahiyên ji çavkaniyên fermî derdikevin bixwînin û sûdê ji ezmûna dewletên din wergirin.

Cîgir Mihmed Fûad têkildarî biryara qedexeya derketinê nêrîna xwe anî ziman. Fûad bal kişand ser ku tevî bergiriyên hikumeta Misirê girtine lê hîn jî kombûn heye û kesên necidî nêzî krîzê dibin hene. Berdevkê fermî yê Wezareta Tenduristiyê 19ê Adara 2020`an ragihand ku hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 256 ji wan 7 kes mirin û 28 jî rehet bûn, lewma qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Desteya Tenduristiyê ya şaxê Misirê li ser zimanê bijîşk û şêwirmendê Wezareta Tenduristyê yê Kar û Barên çapemeniyê û berdevkê fermî yê wezaretê  Xalid Mucahid ragihand ku heta duh 256 kes bi vîrusa Korona ya nû ketine û ji wan 28 kes rehet bûne û 7 jî mirine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din