Ji partiyên siyasî banga li jinên cîhanê

Rêxistinên jinan ên partiyên siyasî yên herêma Firatê destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker derbkirina aramiya herêmê û bidawîkiriana tecrubeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Her wiha bang li jinên cîhanê kir ku erkên xwe yên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê pêk bînin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava Koordînasyona Kongreya Star a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi slogan "Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin" de, her wiha li dijî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê dest pê kiriye, rêxistinên jinan ên partiyên siyasî yên li herêma Firatê daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Daxuyanî bi beşdariya endam, rêveberên partiyên siyasî yên herêma Firatê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Çepgir, Partiya Yekitî Demokratî ya Kurdên Sûrî hate xwendin. 

Beşdar li Qada Jina Azad a naverasta bajarê Kobanê kom bûn û alên partiyên xwe hilgirtin. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê bajarê Kobanê Rohat Mele Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniya partiyên siyasî de wiha hate gotin: "Di rewşekêde ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî dijîn, dewleta Tirk bi îdiayên bêbingeh gefan li herêmê dixwin û hewldana "parastina sînorê xwe dike" ku ev jî dagirkerî ye."

Daxuyaniyê diyar kir ku gefên Tirkiyê tenê derbeya aramî û bidawîkirina projeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê di bingeha xwe de derbeyê li çareseriya aştiyane ya li herêmê dixwe û xetereyê ji yekitiya gel û yekitiya Sûriyê re çêdike.

Daxuyaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya Sûriyê kir ku li kêleka gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin, her wiha bang li hemû jinên azad ên cîhanê kir ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên bi saya bi hezaran şehîdan ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, bi erka xwe rabin.

Daxuyanî bi sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê ji herêmê, jinan û ji jiyanê re" bi dawî bû.

(eh)


Mijarên Din