Ji Projeya Kembera Ereban ber bi Kembera Tirkmenan ve

Her ku êrişên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dibin, plansaziyên dewleta Tirk ên dixwazin pêk bînin jî eşkere dibin.

Di 27’ê Cotmehê waliyê dagirkeriyê yê Rihayê ê AKP’yî Abdullah Erîn û çeteyên ji bermahiya DAIŞ mane û bi beşdarbûna serokê kaşo ‘hukûmeta demî’ ya girêdayî AKP’ê Abdurrahman Mistefa yê Tirkmen ve li Girê Spî civînek hat pêkanîn.

Di encama civînê de piranî jê çeteyên Tirkmen meclisa herêmî ya Girê Spî hat avakirin.

Bab a ku ji aliyê DAIŞ’ê de radestî dewleta Tirk hatibû kirin, di pêşengtiya rayedarên AKP’ê de 24’ê Mijdarê Meclisa Tirkmenên Sûriyê civîna xwe ya desteya giştî a asayî pêk anîn

Yên tev li civînê bûne di nava wan de cîgirê wezîrê karê derve yê Tirk Yavuz Selîm Kiran jî hebû.

Serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyê Dr. Muhammed Vecîh Cuma yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erkdarkirin got “ heke herêma ewle çêbe, em bi awayeke lez, em amade ne girseyî li wan deran xwe bi cih bikin.”

Vecîh Cuma yê ku bi dehan caran weke endamê MÎT’a Tirk bû rojev ev demeke dirêje serokê meclisa Tirkmenan dike dîsa di hilbijardinên herî dawî de jî ji aliyê AKP de weke serokê meclîsê hat hilbijartin.

Tûmenên bi navên Sultan Murad, Sultan Sûleyman Şah, Fatîh Sultan Mehmet, Muntasır Bîllallah, Semerkant ve Tûmena Hamza ji aliyê îstîxbarata Tirk ve ev çeteyên hatine rêxistinkirin, di êşîrîşên dagirkeriyê de cihên stratejîk de tên bi cihkirin.

Di herêmên hatine dagirkirin de deriyê sînoran, cihên çûyîn hatinê yên stratejîk ev komên çete kontrol dikin.

Deriye Akçakale yê dikeve herêma Girê Spî dema ku herêm di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû her tim vekirî bû, piştî hêzên QSD’ê evder azad kirin dewleta Tirk deriyê sînor girtin.

Piştî êrişên dagirkirina 9’ê Cotmehê deriyê sînor yê Akçakale careke din ji bo xizmeta çeteyan hat vekirin.

Li gorî agahiyên hatine dest xistin kontrol û ewlehiya deriyê sînor ji aliyê dewleta Tirk ve dane çeteyên Sultan Murad ên ji Tirkmenan pêk tê.

Dewleta Tirk; çeteyên ji bermahiya DAIŞ mane ji Tirkmenîstan, Tirkîstan, Tacîkîstan û ji Uygurê anîne dixwazin duyemîn pratîka Efrînê dubarebikin.

Piştî dagirkirina Efrînê herêmên nêzî sînorê Tirkiyê Tirkmen hatin bi cihkirin. Di heman demê de ewlehiya deriyên sînor û gelek saziyên girîng ên navenda bajar jî teslîmê van komên çete yên Tirkmena hate kirin.

Komên çeteyên Tirkmen, li Cindirês, Raco, Bilbilê û navçeya Şera hatine bi cihkirin, deriyê Bab El-Hewa yê, deriyê Bab ê El-Selamê, Entarîb û Cerablûs herêmên nêzî sînorên Tirkiyê di bin wêneriya van çeteyên Tirkmen de ne.

Li gorî daneyên meha Sibata îsal de; li Efrînê 748 malbatên çeteyên Tirkmen hatine bi cihkirin. Ji vana 300 malbat li navenda Efrînê hatine bi cihkirin, yen din jî li gund û navçeya hatin bi cihkirin.

Di heman demê de li Sûriyê di encamên lihevkirinên Tirkiye- Rusya-Sûriyê de çeteyên DAIŞ û Artêşa Azad yên ji Hama, Humus û rojhilatê Xudayê derxistine bi temamî li herêma Efrînê hatine bi cihkirin.

Ruxmê ku li van herêman qet Tirk nînin jî, navên Tirkî li van deran tên kirin û bi vî awayî bi sedansalan polîtîkayên xwe yên bişavtinê carekedin dane destpêkirin.

Dewleta Tirk dizane ku li herêmên dagirkiriye ne mayînde, ji bo vê jî di kurahiya 5 kîlometreyan li ser sînor plansaziya ku navê wê re dibeje “kembera Tirkmena” dixwaze pêk bîne.

Di êrişên dagirkirinê de, ji aliyê îstîxbarata Tirk ve komên çeteyên Tirkmenan tên parastin, komên çeteyên ji Ereban avakiriye jî ji aliyê dewleta Tirk ve dişînin eniya pêş a şer.

Dewleta Tirk, piştî dagirkirina Efrînê şunde erebên di bin kontrola xwe de yên wek xeterî didît hemû tesfiye kir û şuna wan jî çeteyên girêdayî xwe bi cih kir.

Bi taybet çeteyên ku bi Tugaya Sultan Murad re di nav rikê de bûn yek bi yek hatin tesfiyekirin.

Dewleta Tirk, nêzî sedsale li dijî Kurdan di encamê paqijiya etnîkî de, malbatên ji welatên din anîne û çeteyên girêdayî xwe li bajarên û gundên Kurdan bi cih dike.

Di sala 1930’an de piştî qetlîama Zîlan, bi hezaran malbatên Efgan û Kirgiz anîn û bi geliyê Zîlan û Erdîşê bi cih kir. Temamê ev malbatên anîne hê jî girêdayî hêzên artêşa Tirk cerdewaniyê dikin.

Plansaziyên dewleta Tirk ên li ser Tirkmena ku dixwaze li Iraq û Sûriyê bibe xwedî gotin ne nû ne.

Di sala 2014 de dema êrişên DAIŞ li ser Iraqê zêdebûn îstîxbarata Tirk jî Eniya Tirkmenên Iraqê xwest bikin weke hêzeke çekdar û bi rêka Eniya Tirkmenên Iraqê otorîteya Kurdan li Kerkûk’ê lewaz bike û hewlên domdar bi hevkariya DAIŞ derholeke qeyranê da avakirin.

Dewleta Tirk her tim hêjmara Tirkmenê Iraqê anî rojevê û bi rêka Eniya Tirkmena hewil dide mûdexeleya karên hundûr ê Iraqê bike.

Her çiqas dewleta Tirk hêjmara Tirkmenê Iraqê bi milyonan bi lêv bike jî lê gorî daneyên hukûmeta Iraqê; li Iraqê hêjmara Tirkmena derdora sedî 7 de ye. Ev jî di giştî de rastî 250 hezaran dike.

Hêjmara Tirkmenê li Sûriyê jî ji aliyê dewleta Tirk de tê nepixandin. Hem ji aliyê hukûmeta Sûriyê ve hêjmartina 2004’de hem jî gorî daneyên rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê; her çiqas daneyên hêjmara zelal nebe jî rastiyê destnîşan dike.

Tirkmen, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Minbic û Girê Spî dijîn.

Li gorî daneyên hêjmartina dewleta Sûriyê ya sala 2004'an; li Girê Spî li derdora sedî 10-15 hêjmareke Tirkmen dijîn.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser jî, piştî Kurd û Ereban hêjmara herî zêde li derdora sedî 10-15’yî de ya Tirkmenan e.

Li gorî daneyên hêjmartina sala 2004'an hêjmara bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ne;

Li Serekaniyê nêzî sedî 60 Kurd sedî 35 nifûsa Ereb heye. Dervî vê li bajar de Ermenî, Suryanî û di sedsala 19. De Çeçenên kû ji kafkasya hatine koçber kirin jî jiyan dikin.

Girê Spî nifûsa xwe nêzî 100 hezar kesan pêk tê. Li bajar sedî 10-15 Tirkmen û hêjmarek kêm jî Ermenî dijîn.

Li Dirbesiyê hêjmara xwe piranî ji Kurdan pêktçê. Piştî kembera Ereban hêjmara Erebên ku li herêmê hatine bi cihkirin û Ermenî lê dijîn.

Li Kobanê nifûs ji sedî 90 Kurdan pêk tê. Li bajar Ereb û hêjmareke kêm jî Ermenî hene.

Qamişlo, yek ji navendên herî girîng a herêma Cizîrê ye. Nifûsa wê ji 500 hezarî zêdetir e. Ji sedî 62 nifûsa xwe Kurd e, nifûsa xwe ji sedî 33 jî ji Ereb û xirîstiyanan pêktê.

Amûdê nifûsa xwe sedî 90 ji Kurdan pêktê. Ereb û Suryanî jî lê jiyan dikin

Nifûsa Dêrikê jî piranî ji Kurdan pêktê. Ji bilî Kurdan, Ereb û Sûryan hêjmereke kêm jî Ermenî lê jiyan dikin.

ANHA


Mijarên Din