Ji pêşiya baregehên Rûsya şêniyên Qamişlo û Amûdê berxwedana li hember dagirkeriya Tirk teqez kir

Îro şêniyên Qamişlo û Amûdê li pêşiya bareghên Rûsya yên li herdu bajaran ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne çalakiyeke protestoyî li dar xist. Şêniyan teqezî bi girêdana bi axê û berxwedana li hember dagirkeriyê kir.

Li hember sûc û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan li ber çavê hêza garantor Rûsya û hikumeta Şamê, bertekên neyênî di nav gel de derdikevin.

Ji bo şermezarkirina van kiryaran, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên sivîl li çerxerêya Basil a başûrê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan navenda hêzên Rûsya ya li balafirgeha navneteweyî ya Qamişlo.

Êrişên dagirkeriya Tirk piştî civîna Soçî ya di 5’ê Tebaxê de di navbera serokên Rûsya Vladimir Putin û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hatî, zêde bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen wiha axivî: “Ji bo jiyaneke birûmet em ji mirinê natirsin, êrişên dagirkeriya Tirk dê nehêlin ku em dev ji berxwedanê berdin, em azadîxwaz û aşitîxwaz in. Divê li hember dagirkeran em têkoşînê mezin bikin.”

Piştre şandeyek ji beşdaran ketin baregeha Rûsya da ku nameyekê radestî hêzên Rûsya bikin. Li derketinê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişlo, Mesûd Dawûd diyar kir ku wan ji hêzên Rûsya xwestiye ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo jî, Partiyên Yekitiya Niştîmanî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û hefefgirtina sivîlan xwepêşandanek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandar ji qada Şengalê heta baregeha Rûsya ya li başûrê navçeyê meşiyan.

Li pêşiya baregehê, endama Partiya Çep Xada Ehmed daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: “Di dema dawiyê de dewleta Tirk a dagirker dest bi êriş û hedefgirtina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek û topên giran, kir. Li vê herêmê jî hêzên Rûsya wek hêzên garantor hene, ji ber wê divê ew li hember van êrişan xwedî helwesteke cidî bin.

Wek em dizanin lihevkirin di navbera hêzên garantor ên Amerîk û Rûsya de di 2019’an de pêk hat ku wan bi Tirkiyê re peymana agirbestê danî, lê dewleta Tirk agirbest bin pê kir û gelek sûcan li dijî welatiyan pêk tîne.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anî ku di encamê de zarok, jin û temenmezin şehîd bûn, ev tê wateya ku dewleta Tirk tevahiya gelên herêmê dike armanc ne tenê gelê Kurd, nîşana wê yekê jî ew e ku ji gelê Ereb û gelên din şehîd hene.

Em wek Partiyên Yekitiya Niştîmanî di serî de bang li Rûsyayê dikin ku ji ber li herêmê wek hêzeke garantor e van êrişan rawestîne.

Li hember van êrişan em ê bêdeng nemînin, lê belê îsrara me ya girêdana bi axê û berxwedanê zêdetir dikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, Partiyên Yekitiya Niştîmanî name radestî baregeha Rûsya kir.

(mh)

ANHA


Mijarên Din