Ji pêşniyarên kongreyê: Divê Meclisa Jinan di destûra Sûriyê de cih bigire

Di Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdaran nîqaşa girîngiya kongreyê kir û pêşniyara cihgirtina Meclisa Jinan di destûra Sûriyê de hat kirin. 

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin bi xwendina rapor, dayîna nêrîn û nîqaşan berdewam dike. Raporên kar û xebatê, berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd xwendin.

Hate diyarkirin ku 19 partiyên siyasî, 19 rexistin û yekitiyên jinan,7 meclisên jinan tevî Kongreya Star, 6 meclisên herêmên rizgarkirî, meclisa Şehba û meclisa Girê Spî fermî bûn endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

‘Kongre bi xwe şoreşek e’

Piştî xwendina raporan nîqaş têkildarî damezirandina meclisê hatin kirin. Di nîqaşan girîngiya avakirina meclisa jinan hate gotin û ev nîqaş hatin kirin:  “Hemû jin dive xwe di meclisê de dibînin. Ev kombûn û rih ne bi hêsanî hatiye avakirin. Encama têkoşînên gelekî mezin a 7 salan di nav êrîşan de pêk hatiye. Meclis dê di pêşaroja Sûriya demokratîk de wê cihê xwe bigire. Di şoreşan de heke hişmendî neyên guhertin, şoreş bê wate dibin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşegtiya jinan bi wate dibe.  Ev meclisa ku tê avakirin, dê hemû jinên li Rojhilata Navîn jî bandor bike. Yekitiya jinan planên li dijî azadiya jinan hildiweşîne. Piştî 7 salan heke em li vir kom bûne, ev bi encama têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya kevneşopî ye. Ev gaveke nû ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyê bi giştî ye. Ev derxistina kongreyê bi xwe şoreşek e.

Pêşniyarên kongreyê

Di kongreyê de pêşniyarên têkildarî meclisa jinan hatin dayîn, hin pêşniyar wiha ne: Li hemberî rewşên jinan yên awarte dive ev meclis yekser biryar bigre.nasnameya jin a siyasî di tekeve meclisê. Jib o xebatên dêrûniya jin  meclis kar bike. Komîteya dîplomasî ya meclisê bê avakirin. meclis bi hemû jinên cîhanê re di nav tekîliyan de bin. Jinên ciwan jî dive di meclisê de bi bandor bin. Hevpeymana civakî  jib o Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dive meclis bixin rojeve. Tûndiya li ser jinan belge bên amadekirin her wiha pirtûkên tekildarî şoreşgerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên nivîsandin. Divê  di destûra Sûriyê de meclis cihê xwe bigire.

Tê payîn ku di kongreyê de rêziknameya ku ji bo Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin bê xwendin, li ser rêziknameyê nîqaş bên kirin û piştre bê erêkirin.

ANHA


Mijarên Din