Ji PYD’ê ji bo Îmraliyê banga çalakiyan: Em derkevin qadan

Şewata li girava Îmraliyê, metirsiyên gelê Kurd ên têkildarî rêber Abdullah Ocalan zêde kirin. Meclisa PYD’ê daxuyaniyek da û bang kir ku divê parêzer demildest biçin Îmraliyê û gel jî bi domdarî çalakiyan li dar bixe.

Der barê nûçeyên têkildarî şewata li Îmraliyê de PYD’ê daxuyaniyek ji ajansa me re şand û îşaret pê kir ku şewat di salvegera hevdîtinên Dolmabahçeyê de pêk hatiye û ev yek balkêş e. PYD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê parêzer demildest biçin Îmraliyê û bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Daxuyaniya Meclisa Giştî PYD’ê wiha ye:

“Şewata îro ya li Îmraliyê hem ji bo me hem jî ji bo gelê me bû sedema fikar û metirsiyên mezin. Balkêş e ku ev şewat di salvegera hevdîtinên Dolmabahçeyê de pêk tên. Lewma jî ev rewş teqez ne ji rêzê ye û fikar û gumanên me û gelê me zêde dikin. Ji ber vê yekê jî hem em wek partî, hem jî gelê me metirsiyên xwe yên der barê rewşa rêber Ocalan de tînin ziman û divê parêzer demildest biçin Îmraliyê, hevdîtinê pêk bînin û daxuyaniyekê bidin da ku ev fikarên me ji holê rabin.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku heta ku li Îmraliyê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê û daxuyaniyek tê dayîn ku ewlehiya wî û rewşa wî ya tenduristiyê baş e, li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.” 

ANHA


Mijarên Din