Ji Îranê der barê êrîşa li ser gemiyên ku diçûn Kendava Erebî daxuyanî!

Îro berdevkê Karê Derve yê Îranê Sayed Abbas Mûsewî diyar kir ku bûyerên ku derheqê gelek gemiyan li pêşiya deryaya Îmaratê ku di rêya xwe de diçû Kendava Erebî re pêk hatin, karekî bifikar û cihê mixabiniyê ye.

Ajansa Tesmîn a Navneteweyî ya Nûçeyan ragihad ku Sayed Abbas Mûsewî îro di daxuyaniyekê de bang kir ku bi awayekî berfireh vê bûyerê zelal bikin.

Mûsewî destnîşan kir ku ev bûyer bandoreke neyînî li ser ewlehiya derbasbûna di deryayê de çêdike.

Wezareta karê derve ya Îmaratê duh ragihand ku 4 gemiyên wan ên bazirganiyê li nêzî berava herêmî ya Îmaratê, rastî çalakiyên xerabkirinê hatin, lê tu kes tiştek nebû.

(jo)


Mijarên Din