Ji rêbazên şerê qirêj ê dewleta Tirk: Îşkencekirina cenazeyan

Mêtîngerî bendena jinê û nasnameya wê bi hemû tazîbûnê nîşan dide.

Antropolog Veena Das, jî diyar dike ku di hemû şeran de êrîşkar destpêkê êrîşî bedena jinan dikin.

Peyamên şer û dagirkirinê yên dewletên desthilatiya mêran li ser qetilkirin û îşkencekirina bedena jinan tên dayîn.

Yên herî van kirinan dikin, di serî de dewleta Tirk e.

Di pêvajoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin de, qetilkirina Sekretera Giştiya Partiya Sûriyê ya Pêşeroj a Hevrîn Xelef ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve.

Hîna bertekên li hemberî vê hovîtiyê bilind dibûn, ji herêmê dîmenê hovîtiyek dinê hat.

Me qetilkirina şervana YPJ‘ê Azize Celal (Amara Rênas) dît. kujerên Amara û Xelef heman in. Çeteyên dewleta Tirk ên Erdogan bi navê ‘Artêşa Miliya Sûriyê’ ji çeteyên DAIŞ’ê ye.    

Li ser hesabên medyaya civakî dîmenê çeteyên Erdogan ên îşkenceya li cenazeye Amara Rênas a YPJ’ê dikin tên parvekirin. Cînayet di pêvajoya agirbestê de 21’ê cotmehê li gundê Çelbê yê Kobanê hatiye kirin.

Ev ne sûcê şer ê destpêkê ya dewleta Tirk li hemberî jinan dike. Dîrokeke wê ya kevnar heye. Lê di van salên dawiyê de ji aliyê dewleta Tirk û alîkarên wê DAIŞ û komên din ên çeteyan ve hîn zêdetir ketiye meriyetê. 

Di pêvajoya êrîşên li ser Efrînê de heman îşkence li  ser cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê jî kiribûn.

Dîmenên şopên îşkenceyê yên li ser bedena Barînê di dema îşkence dikirin de bi kamîreyan hatine kişandin. Çapemeniyên cîhanê yên wekî Guardian û Reutersê jî ev nûçe di pelên xwe de par ve kirin.

Dewleta Tirk li Cizîrê ya li Bakurê Kurdistanê jî heman îşkence li ser cenazeyan kir. Di pêvajoya berxwedana rêveberiya cewherî de jî heman hovîtî hat jiyîn. Leşkeran cilê cenazeyên jinan jê kirin, wêneyên wan kêşan û di medyaya sosyal de belav kirin.

Gerîlaya YJA Starê Ekin Wan (Kevser Elturk) di şerê 10’ê Tebaxa 2015’an li Gimgima Mûşê çêbûyî de hatibû girtin û înfaz kirin. Ew jî weke yên dinê hatibû tazîkirin û wêneyên cenazeyê wê par ve kiribûn.

Di 22‘ yê Îlona sala 1985’an de di nava PKK’ê de yekem fermandara jin Rahîme Qehraman û hevalên wê li Çiyayê Cûdî qetil kir. Bedena jinê teşhîr kir û xwest îstismara cinsî li cenazeyê wê bikin. Li ser bertekên gelê Botanê cenaze ji destê wan girt û li Şirnexê defin kir. 

Gerîlaya PKK’ê ya Elman Andrea Wolf (Ronahî) jî di 23’ê yê Cotmeha 1998’an de sax dikeve destê dewleta Tirk. Ew înfaz kir. Li gorî vegotina şahidê bûyerê, bi îşkenceyê hat kuştin.

Di dîrokên cuda de bi dehê caran ev hovîtî hatiye jiyîn. Astsubay Kasim Çakan ê ji artêşa dewleta Tirk îstifa kiriye di pirtûka îtirafên xwe de yek bi yek ev bûyeran îtiraf kiriye û vegotiye.

Li gel gilîkirinê jî der barê dewleta Tirk de ya li ser vê pirtûkê û xwediyê wê de ti doz venekiriye.

Belê di vê pirtûkê de çî hebû?

“Ew li 1’emîn Mekanize Tabura girêdayî 7’emîn Mekanize Tugayê peywirdar bû. Di 27’ê Gulana sala 1994’an demjimêr 09.20’ê serê sibê de ji aliyê PKK’ê ve kemîn li pêşiya dewriya wan hat danîn. Di kemînê de heşt leşker û astsubayek hatin kuştin. Di heman pisuyê de du gerîlayan,  yek jin û yek mêr jî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan li bejayê ma. Roja dinê tîmên taybet bi operasonekê ketin cihê şer. Dema em hatin gel wan, polîsên tîmên taybet liser wan her du cenazeyan bûn. Dema ku çûm gel wan, polîsê ji Edeneyê yê bi navê Ramazan li pişt kevrekî mezin tecawîzî li cenazeyê jina bêcan dikir.”

Çanda dewleta Tirk a tecawîzê ya li ser bedena jinan pêşketiye, her roja diçe yekî dinê li hişmendiya mêrane ya sûcê zêde dike. 

Armanca wan biçûkxistina civakê, helandin, paşdekişandin û destdanîna ser azadiya wan e. Lê weke dixwazin nikarin bi dest bixin.

Li gel van hemû hovîtiyan jî jinan dest ji daxwazên xwe yên azadiyê bernedane.

Girêdayî gerîlaya ku di sala 1983’an de li Çewligê hatiye qetilkirin, helbestvan Metîn Altiok ev rêzik nivîsiye:

“rengê lazê wê ewqas spî, ewqas spî bû;

Weke ku ji hevrîşim hatiye raçandin.

Ji ber wê nehatiye bihîstin

Daxaziya ser wê girtinê.

Bedena wê ya narîn û zirav

Li ser sediyê cesedê keçekê.

Ger keçika min sax ba;

Keçikek min niha di morgê de ne.”

Hêza jinan jî nivîskar Gulfer Akkaya li pey Ekin Wan wiha nivîsîbû:

“Ekin Wan; li ser axa ku ketiye, ji bo azadiyê jiyanan xwe daniye holê. Di nava me de hinek dibêjin ji mirinê natirsin, li ser dinivîsin. Bê guman cesareta wan li jiyana me bandor û bedew dike. Ez bi rêzdarî û rûmet li bedena wê ya ku bedena me hemûyan a rastî heqareta mêran tê, dinêrim.

Ez dibêjim; bedena te canê min e, vîna me ye. Mêrên vê nizanin, em dizanin. Tenê em bêjin oxir be ji te re jina dilmezin, ji te re oxir be…”

ANHA


Mijarên Din