Ji Rêveberiya Xweser peyama Çarşema Sor

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersala êzidiyan anku Çarşema Sor civaka êzidî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleyek ji bo yekitiyê.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersala êzidiyan Çarşema Sor daxuyaniyek da û civaka êzidî bi vê boneyê pîroz kir.

Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye:

“Çarşema yekê ya meha Nîsanê li gorî civaka êzidî sersala êzidiyan e. Di vê salê de gelek destkeftî û serkeftinên dîrokî ji aliyê gelê herêmê û civaka êzidî di aliyê avakirina hêzên xwe yên xweser û civaka xwe ya azad de hatin bidestxistin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ji aliyê şervanên QSD`ê ve têk çûn û bi dehan jin û zarokên êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersala êzidî li civaka êzidî û tevahî gelê herêmê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku boneyên taybet ên civakên herêmê bibin wesîleyên ber bi nêzîkbûn û yekitiyê ve.

Em hêvî dikin ku aramî û ewlehî li tevahî herêmê û herêmên civaka êzidî peyda bibe. Em di rêveberiya wan a xweser de ku hebûn û nasnameya wan a resen li tevahî herêm û cîhanê mîsoger dike, serkeftinê dixwazin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din