Ji Şaneyê Krîzê ya Cizîrê biryarên nû

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê ya ku li dijî vîrusa Koronayê hate avakirin di civîna xwe dawî de gelek biryarên nû dan.

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê ya ku li dijî vîrusa Koronayê hatiye avakirina di civîna xwe ya dawî de ji bo rê girtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) biryar nû da.

Biryarên hatin danîn wiha ne:

1-Pêngava dezenfektekirinê berdewam bike da ku hemû deverên olî û saziyên civaka sivîl werin paqijkirin.

2-Divê hemû wesayîtên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de di her sefreyeke bi madeya kolor werin paqijkirin.

3-Çayxane, navendên kombûnê, kişandina ergîle, kafeteriya, klubên internêtê û yên sporê werin girtin.

4-Rûniştina li xwaringehan qedexe ye û hiştina xwarinan vekirî qedexe ye.

5-Serdana nexweşxan li nexweşxaneyên giştî û yên taybet qedexe ye.

6-Teqezî li ser paqijiya giştî were kirin.

7-Piştî bidawîbûna pêngava yekemîn pêngava dezenfektekirinê tax, kolan û deverên giştî dest pê dike.

Careke din em diyar dikin ku hemû biryar û pespektîv dikevin xizmeta giştî û ji bo parastina selametiya gelê  da ku vîrus li herêmên me belav nebe. Hemû sazî û derfetên rêveberiyê serferber bûne û hertim di rewşek amade ne da ku tedbîr ji bo parastina tenduristiya gelê me bigirin.

Bi hev re em xeteriya koronaya ji herêmên xwe dûr bixin."

ANHA


Mijarên Din