Ji şanoyên Yekta Herekol, şanoya "Aştî di baskên Teyran de ye" hate pêşandan

Ji rêzeşanoyên ku ji bo di mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol de werin pêşandan, îro şaneya "Aştî di baskên teyran de ye" li ser dikeya şanoyê ya Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate pêşandan.

Lîstokvanên şanoya "Aştî di baskên teyaran de ye" koma şanoyê ya Teatra Sariya Baran a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Qamişlo bû û tê de 12 zarok beşdar bûn. Ew şano ji derhunera Sariya Gulan, nivîskar Cole Folia Yuksel şano nivîsand û nîv saetê berdewam kir.

Armanca şanoyê ew e ku peyameke aştiyê ji cîhanê re bi rêya teyran ku sembola aştiyê ye, eşkere bike.

Fikireya şanoyê jî pir girîng bû, ew jî çawa bandora şer li ser zarokan, li ser jînegehê, mîna şewitandina daristan û daran, kir.

Ji bilî wê jî, şanoyê bi rêya sembola aştiyê (teyran) xîtabî gel kir û îşaret bi çandina tovên ewlehî û aştiyê di zarokan de, da ku ew jî bi rêya xwe belav bikin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol heta 6’ê Nîsanê berdewam e, dê sibe jî şanoya ji Hesekê ya bi navê "Venasîn" were pêşandan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din