Ji Saziya Kar û Barên Olî ya Reqayê nameya Remezanê

Serokê Buroya Şêwirmendiyê ya Saziya Kar û Barên Olî ya bajarê Reqayê, meha Remezanê li tevahiya gelên Sûriyê û cîhana îslamî, bi taybet şêniyên Reqayê pîroz kir.

Bi boneya destpêkirina meha Remezanê, serokê Buroya Şêwirmendiyê ya Saziya Kar û Barên Olî ya bajarê Reqayê Şêx Ehmed Arûnî, meha Remezanê li tevahiya gelên Sûriyê û cîhana îslamê pîroz kir û wiha got: "Em meha Remezanê li şêniyên Reqayê, tevahiya Sûriyê û cîhana îslamê pîroz dikin. Ev meh, meha xêr û bereketê ye ku hemû şêniyên Reqa û Bakurê Sûriyê pê tên naskirin."

Arûnî got dewleta Tirk êrîşên xwe li ser gelên Sûriyê didomîne, bi taybet dijminahiya Tirkiyê li Efrîn û xakên dagirkirî zêde bû.

Şêx Ehmed Arûnî di dawiyê de diyar kir ku Tirkiye cîranê Sûriyê ye û divê cîrantiya xwe baş bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din