Ji Şehbayê… Çirûska ku jinan pê xisitye li tevahiya cîhanê ronî da

Jinan di şahiya 8`ê Adarê ya li Şehbayê de diyar kir ku çirûska ku jinan pê xistiye, venamire û li tevahiya cîhanê ronî da.

Piştî xwendina nameya rêber Abdullah Ocalan, ji rêveberên Yekitiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Narîman Hisên axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên ku di oxira azadiya jinan de têkoşîn kir, pîroz kir.

Narîman wiha got: "Çirûska ku jinan pê xistiye venamire û tevahiya cîhanê ronî kir. Berxwedana jinan ne hêsan bû û heta niha jî rastî cureyên şîdet û kuştinê tê. Ji ber vê yek jî 8`ê Adarê qonaxeke girîng a têkoşîna ji bo mafên jinan e."

Piştre, ji endama koordînasyona Kongreya Star li Şehbayê, Zelûx Reşîd nameya Kongreya Star xwend ku di nameyê de îşaret bi birêxistinbûna civakê dûrî bandora sîstemên desthilatdar hate kirin.

Şahî bi stranên Koma Şehîd Mizgîn a girêdayî Kevana Zêrîn dewam dike.

kc

ANHA


Mijarên Din