Ji şehîdên êrişa li dijî Qamşiloyê de rojnamevan û endamekî Desteya Çandê hebûn

Di êrîşa ku îro li dijî bajarê Qamişlo pêk hatî de, 6 kes di nav de rojnamevanek û endamekî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîr, şehîd bûn.

Êriş bi 2 erebeyên bombekirî li kolana El-Wehde ya navenda bajarê Qamişlo pêk hat. Di encamê de 6 kes şehîd bûn û 42 din jî birîndar bûn, rewşa hin birîndaran giran e.

Ji  şehîdên êrişê endama ragihandina şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û berpirsê çavdêriyê hundirîn a Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Xalid Mihemed hebûn.

(rr)

ANHA 


Mijarên Din