Ji sembolên berxwedana Helebê, Şehîd Ferîd e

Têkoşer Ferîd bi moralekî binlind û rihekî fedayî heta nefesa dawî di eniyê pêş ên berxwedana Şêxmeqûd û Eşrefiyê de têkoşiya. Digot, "Parastina welat erka her mirovakî ye, heger ez taxa xwe biparêzin wê demê ez malbata xwe jî diparêzim."

Têkoşer Silêman Ehmed Heco ji zarokatiya xwe bi navê "Ferîd" dihat naskirin. Silêman di dema ku 3 salî bû têkoşerekî  ji tevgera rizgariya Kurdistanê bi navê Ferîd" serdana malbatê dike û ji wê rojê û şûnde bi navê Ferîd tê bangkirin.

Têkoşer Silêman ango Ferîd di sala 1981‘an de li gundê Hec Xelîl ê girêdayî herêma Raco ya Efrînê jidayik dibe, di malbateke welatparêz de ji 8 bira û xuşkekê,  ku ew ê çaremîn mezin dibe.

Ferîd 3 refên asta seretayê di dibistana gundê xwe de dixwîne, piştî ku bavê di kar de bi zerar dibe û çavê xwe winda dike, neçar dimîne dest ji xwendinê berde û di nav zevî de bixebite da ku malbata xwe xwedî bike, paşê jî li dewsa bavê xwe di avahîsaziyê de kar dike.

Di sala 1993‘an de malbata Ferîd berî dide bajarê Helebê, li wir jî Ferîd karê xwe di warê avahîsaziyê de didomîne, di sala 2000‘ de tevlî leşkeriya neçarî ya rejîma Baas dibe. Dîsa jî ji ber nepeydabûna derfetên kar li herêmê Ferîd neçar dimîne ew û birayê xwe yê mezin li derveyî welat bixebitin û diçin Urdinê bixebitin. Piştî 5 salan, di sala 2005‘an de têkoşer Ferîd vedigere Helebê, dizewice û 4 zarokên wî çêdibin. Weke kesayeteke rêzdarî, bi hurmet dihate naskirin bi sifetên xwe yên exlaqî cihê xwe di dilê her kesî de digire. Her wiha girîngî dida jin û mafên wan û şideta li ser jinan red dikir, li aliyekî din jî bi hezkirin û girêdana xwe ya bi zarokan ve dihat naskirin.

Têkoşer Ferîd, dema ji eniyên berxwedana li dijî komên çete serdana malbatê bike, beriya ku derbasî mal bide serî li cîranên xwe dide û yek bi yek ew silav dikirin û rewşa wan dipirse.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi derfetên sivik bendên parastinê ava kirin.

Di sala 2013‘an de Ferîd cihê xwe di nava refên Hêzên Asayîşê de digire û beşdarî şerên li dijî koma çete ya "Xalid El-Heyanî" dibe û li dijî êrîşên vê komê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rihekî fedayî tê dikoşe.

Şerê yekemîn ku têkoşer beşdar bibû 3 rojan û yê duyemîn jî 22 rojan dewam kirin. Piştre jî cihê xwe li ser benda kontrolê ya di navbera taxa Eşrefiyê û ya Şêxmeqsûd de "Haciz El-Mexara" digire, lê her tim îsrar dikin ku beşdarî şerê li hemberî êrîşên çeteyan bibe.

Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve di wê demê de rojane taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran dirin. Şêniyên taxê bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ û Hêzên Asayîşê êrîş bersivandin heta tax ji çeteyan rizgar kirin.

Hevalê têkoşer Ferîd, endamê Hêzên Asayîşê Elî Abdullah li ser kesayeta têkoşer dibêje: "Şehîd Ferîd bi welatparêziya xwe û moralê xwe yê bilind dihat naskirin û li hemberî hêzên ku tax dikirin hedef disekinî, di heman demê de ji ciwanên pêşeng bû ku bendên kontrolê ava kirinn."

Tevlîbûna nava refên YPG

Bi dijwariya êrîşên komên çete yên li ser herdu taxan û ji xwesta wî ya beşdarbûna di xetên pêş ên berxwedanê de Ferîd di sala 2015‘an de tevlî refên YPG‘ê dibe.

Hevjîna şehîd Ferîd, Emîna Elo kêliyên wan rojan bi bîr tîne û dibêje: "Rojekê kurekî min ji Ferîd dixwaze vegere eniyên paş da ku xwe biparêze, lê bersivek dijwar da û got, heger her kesî fikiriba paşde vegere wê demê em ti kesî ku taxê biparêze nabînin, heger ez taxê biparêzin wê demê ez malbata xwe jî diparêzim."

Di sala 2016‘an komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi hemû çekên giran êrîşî taxa Eşrefiyê dikin. Di 5‘ê Nîsanê de têkoşer di kolana Ararat de tê dorpêçkirin û bi fîşekekê di serê de birîndar dibe. Hevalên wî wî radikin nuqteyên tenduristiyê yên taxê, lê birîna wî giran bû, tevî hemû hewldanên bijîşkan tevlî kerwanê cangoriyên azadiyê dibe.

Dayika şehîd diyar dike ku kurê wê roja beriya ku şehîd bikeve, serdana malbatê kir, xatirê xwe xwest û wesyeta zarokan lêdike.

Şêniyan taxa Şêxmeqsûd ji bo wefedariya bi şehîd Ferîd re komîgehekê bi navê vî vedikin.

(bb)

ANHA

 


Mijarên Din