ji şerê bi wekîlan veguherî şerê esîlan-1

Xeteriya herî mezin a li ser gelê Sûriyê destwerdana Tirkiyê yeŞoreşa Sûriyê pir dirêj nekir û veguherî aloziyeke bi girêk ku ev 9 sal in dewam dike. Di dirêjahiya van salan de hêzên herêmî û navdewletî destwerdana Sûriyê kirin û veguherandin qada şerên dijwar. Gelo di van salan de gelê Sûriyê çi jiyan kir?

Buhara Gelan ku sala 2010`an destpê kir, bandor li piraniya welatên ku gelê wan di bin zexta desthilatdariyê de bûn, kir. Bi agirê ku Mihemed Bo Ezîzî bi bedena xwe xist, serhildanê li Tunisê dest pê kir û xwepêşandanên girseyî li seranserê Tunisê pêk hatin ku piştre li Misir, Lîbya û Yemenê jî belav bûn.

ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ LI SÛRIYÊ ÇAWA PÊ KET?

Wekî gelek welatên din ên Ereban, Sûriyê jî para ji vê Buharê girt. Destpêkê gelê Deraayê li dijî hikumeta Sûriyê rabûn, piştre wekî çirûska yekemîn û ya herî girîng di şoreşa Sûriyê de Îna Rûmetê di 18`ê Adara 2011`an pêk hat. Piştî ku zarokan li ser dîwaran nivîsên xistina rejîmê nivîsandin, li gelek bajarên Sûriyê xwepêşandanên girseyî li dar ketin.

Xwepêşandanên girseyî rastî reflekseke dijwar a hikumeta Sûriyê hatin ku guh neda daxwazên gel ên azadî, edalet û wekheviyê û li dijî xwepêşandêran çek bi kar anî. Ev serhildan li piraniya bajar û parêzgehên Sûriyê belav bû.

DESTWERDANÊN DERVE BERÊ ŞOREŞÊ GUHERT

Piştî ku welat bû şanogeheke şerê leşkeri, siyasî û cihê tasfiyekirina hesabên hêzên herêmî û cîhanî, tevgera gelêrî li Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Qonaxeke bixwîn destpêkir. Di demekê de ku beşekî mezin ji xelkê Sûriyê ji welatê xwe koç kirin, Sûriye ji bo dewletên cîhanê bû qadeke vekirî. Piştre dewleta Tirk a dagirker ji bo şerê hikumeta Sûriyê bike, çek derbasî Sûriyê kir. Bi vê re guhertinek mezin di xwepêşandanên aşîtyane de çêbû û li Sûriyê şerê desthilatdariyê destpêkir.

Bi veqetîna di nava hêzên hikumeta Sûriyê de, dewleta Tirk a yekemîn bû ku destwerdan di kar û barên Sûriyê de kir. Tirkiye li ser erdên xwe kesên ku ji hikumeta Sûriyê veqetîne perwerde kir û bi sponseriya istîxbaratên leşkerî yên Tirkiyê "Artêşa Azad a Sûriyê" ava bû.

Di Tîrmeha 2011`an de, dewleta Tirk bi hevkariya Erebistana Siûdî û Qeterê piştgirî û çek pêşkêşî "Artêşa Azad"kir.

Rola Tirkiyê di Sûriyê de ya herî ber biçav bû. Ji ber ku di sala 2011`an de Tirkiyê sînorê xwe li pêşiya bi hezaran çekdarên biyanî vekir da ku derbasî hundirê Sûriyê bibin. Her wiha beriya ku kesek koçberî erdên Tirkyê bibe, kampên koçberiyê vekirin û behsa herêmeke tampon kir.

Di 2`ê Tebaxa 2019`an de nûnerê Sûriyê yê dawîm li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Ceferî hejmara hêzên Tirkiyê li Sûriyê eşkere kir û wiha got: "Rejîma Tirkiyê 10 hezar û 655 efser û leşkerên xwe li hundirê erdên Sûriyê belav kiriye. Her wiha 166 tank, 278 panzêr, 18 moşekavêj, 173 tankên hewanan, 73 erebeyên bi çekên giran barkirî û 41 baregehên moşekên li dijî tankan derbasî erdên Sûriyê kiriye."

Li aliyekî din Erebistana Siûdî û dewleta Qeterê di Buhara 2012`an de ragihand ku wan piştgiriya "Opuzsyona Sûriyê" bi çek û pereyan kirine. Di Gulana 2013`an de jî rojnameya "Financial Times" destnîşan kir ku Erebistana Siûdî çavkaniya herî mezin a çekan ji bo opuzsyona Sûriyê ye.

Rojnameyê diyar kir ku her du welatan çekdarên li Sûriyê bi çek, leşker û çekên li dijî tankan ên ji Kirwatiyayê bi rêya Urdinê hatine, zêde kirin. Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed li ser vê piştigiriyê wiha got: "Piştgirê herî mezin ê terorê Erebistana Siûdî ye."

Ne tenê dewletên ku ji bo xistina rejîmê piştgiriya çekdaran dikirin destwerdana Sûriyê kir, lê belê aliyên ku piştgiriya hikumeta Sûriyê jî dikirin destwerdan kir. Hevalbendê stratejî yê hikumeta Sûriyê Îranê bi awayekî rasterast piştgiriya hikumetê kir û destwerdan kir û bajarê Zebedanî di Hezîrana 2011`an de veguherî navenda Hêzên Pasdarên Îranê û Hizbullah a Lubnanê.

Bi destwerdana Îranê re ya ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyê, Amerîkayê jî destwerdan kir da ku piştgiriya çekdaran bike. Amerîka destpêkê piştgirî bi xwarin û alavên veguhestinê kir, lê belê piştre istîxbaratên Amerîkayê komên çekdar di erdên Tirkiyê de, perwerde kir.

Di Hezîrana  2013`an de, serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama biryara piştgiriya çekdarî ji bo meclisa leşkerî ya bilind a opuzsyonê, da. Bi rastî jî li ser erdê ji destpêka meha Îlonê ve, çekên sivik û moşekên li dijî tankan drebasî Sûriyê hatin kirin. Amerîkayê bi 15 melyon dolarên Amerîkî piştgiriya çekdaran kir.

Di Tîrmeha 2014`an de, Amerîkayê ruxset da rêxistineke ne hikumî bi navê "koma piştgiriyê ya Sûriyê" da ku pereyan ji bo Artêşa Azad a Sûriyê kom bike.

Lê belê piştî ku kamyoneke çekên Amerîkayê kete destê Cebhet El-Nusra ku sala 2015`an Amerîkayê ew xistibû nava lîsteya terorê, piştgiriya Amerîka ji bo çekdaran rastî derbeyeke mezin hat. Li ser wê yekê Washingtonê biryara rawestandina vê piştgiriyê da.

Ji ber berfirehbûna êrişên DAIŞ`ê li Sûriyê û bidarvekirina dîlên Amerîkî, Amerîkayê gelek dewlet kom kirin da ku beşdarî êrişên asîmanî li dijî DAIŞ`ê bibin û di sala 2014`an de bi serkêşiya xwe koalisyoneke navneteweyî ava kir.

Koalisyona navneteweyî piştgiriya çekdarên ku Tirkiye û Qeter piştgiriya wan dike nekir ji ber ku lawaz bûn û ketin bi kontrola Cebhet El-Nusra û komên din ên radîkal. Ji ber vê yekê koalisyonê piştgiriiya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) kir.

DESTWERDANA RÛSYA HEVSENGIYA HÊZAN GUHERT

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Rûsya piştgiriya hikumeta Sûriyê kir. Lê belê piştî xistina rejîma Muamar El-Qezafî li Lîbyayê ji aliyê dewletên rojavayî ve, Rûsya xeteriya li ser berjewendiyên xwe li Sûriyê hîs kir û biryara zêdekirina piştgiriya hikumeta Sûriyê da.

Di Îlona 2015`an de, Rûsya bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî di Sûriyê de kir û êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çekdaran pêk anî. Di demekê de ku hikumeta Sûriyê li ber ketinê bû, ji ber ku hikumeta Sûriyê di paytexta Sûriyê Şamê de hatibû dorpêçkirin.

Tevî ku Rûsya ragihand ku dê êriş li dijî DAIŞ`ê pêk bên, lê belê êriş li dijî çekdarên piştgiriya xwe ji Tirkiye û Qeterê digirin pêk hatin, bi taybet li dijî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bûn.

DESTWERDANA DERVE DAWIYA ŞOREŞÊ ANÎ

Ji ber nelihevhatina berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî yên destwerdana Sûriyê dikin, komên çekdar ê ji sedan endaman ku bi navên li xwe dikirin wekî Sultan Murad û Suleyman Şah ku sultanên Osmaniyan bû, aliyên ku piştgiriya wan dikin dihatin naskirin ava bûn.

Her wiha blokên siyasî yên cuda ku bi navên piştgirên xwe dihatin naskirin wekî meclisa Istenbolê, opozsyona Riyadê, lutkeya Moskovê û hwd.., hatin avakirin.

Ji bo pêkanîna armancên aliyên ku piştgiriya wan dikin, di navbera wan komên çekdar de şer derket û aloziya Sûriyê veguherî şerê aliyên garanator. Her wiha hêviyên gelê Sûriyê yên ku daketin kolana û daxwaza mafê jiyaneke bi rûmet li welatê xwe kirin, hatin têkbirin.

KUŞTIN, RÛXANDIN Û ABORIYEKE TÊKÇÛYÎ…

Ji ber destwerdanên derve û şerê desthilatê Sûriyê bi temamî hat rûxandin. Di aliyê mirovî de, li gorî serjimariyeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ya 4`ê Çileya 2020`an, ji destpêka aloziyê de derdora 585 hezar kes hatin kuştin û bi melyonan xelkê Sûriyê li derveyî welêt bûn penaber. Her wiha ji ber şer bi melyonan koçberî herêmên din ên hundirê Sûriyê bûn. DewletaTirk a dagirker jî bû sedema bi sed hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku herêmên pirniya xelkê wê Kurd bûn dagir kir, ku herî dawî di Cotmeha 2019`an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Li aliyekî din jî, aboriya Sûriyê têk çû. Ji ber ku bajarê Helebê ku mezintirîn bajarên sinayî û bazirganiyê bû, piştî ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyê kargehên xwe girtin û veguhestin Tirkiyê û li wir firotin veguherî bajarekî rûxandî.

Her wiha komên çeteyên girêdayî Tirkiyê rêyê stratejîk yên Sûriyê M4 û M5 xistin bin kontrola xwe, bi vê yekê tevgera veguhestinê di navbera bajarên Sûriyê de rawestiya û aboriya Sûriyê bi temamî têk çû ku zerarek mezin bi gelê Sûriyê kir.

Cara yekemîn li parêzgeha Idlibê şerê rasterast di navbera Rûsya û Îranê ji aliyekî ve û Tirkiyê ji aliyê din ve, derket.

Li gorî ku SOHR`ê belge kiriye, di 27`ê Sibata 2020`an de li herêma di navbera El-Bare û Bêlon yên bakur rojavayê Sûriyê 34 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Wek bersivdayîna kuştina leşkerên xwe, dewleta Tirk êrişên leşkerî yên rasterast li dijî hêzên hikumeta Sûriyê û li pişt wê Rûsya û Îranê di bin navê "Mertala Buharê"de pêk anî. Êriş di saeta destpêkê ya roja 6`ê Adarê de piştî hevdîtina serokê Rûsya Vladimir Putin û serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan li Moskovê, rawestiyan.

DESTWERDANA TIRKIYÊ DI SÛRIYÊ DE YA HERÎ XIRAB Û XETERNAK LI SER GELÊ SÛRIYÊ BÛ

Li ser vê mijarê lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse ji ANHA`yê re got: "Hovîtiya rejîma Sûriyê nexasim piştî tunekirina endamên têgihîştî yên koordînasyonan, derketina fermandariyeke siyasî ya rastî ku temsîla şoreş bike asteng kir."

Her wiha destnîşan kir ku destwerdana hêzên herêmî û navdewletî bi taybet a Qeter û Tirkiyê berê şoreşê guhert, ji ber ku "fermandariyeke"şoreşê ya girêdayî xwe û xizmeta berjewendiyên wan dike, danîn û piştgirya mîlîsên cîhadî yên selefî kirin ku piştî vê yekê dagikerî û destwerdana leşkerî ya gelek hêzan dest pê kir.

Neyse got: “Rejîma Tirkiyê di 10 salan de ji du faktorên sereke sûd girt. Ya yekê geşbûna aboriya Tirkyê ku hêzeke aborî ya mezin da Tirkiyê, ya duyem jî vekişîn anku têkçûna Amerîkayê li Iraqê sala 2011`an û qelsbûna Amerîka li herêmê û cîhanê. Dagirerkiya dewleta Tirk ji erdên Sûriyê re, destwerdana herî xeternak û xirab e û ji bilî berxwedana gelêrî û bi hêzên tu şêwazên bersivdayînê tune ne.”

Lîkonerê siyasî di axaftina xwe de îşaret bi xeteriya mayîna xeklê Sûriyê li derveyî dayîreya tevgerkirinê kir û wiha got: "Ger gelê Sûriyê li derveyî dayîreya tevgerkirinê bimîne, dê deriyê derketina ji vê rewşê dê lihevkirinên dewletên herêmî û navdewletî yên destwerdana Sûriyê dikin û yek ji wan Tirkiyê, dê diyar bikin. Her wiha dê ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê û xeyalên wî yên aşîtî û azadiyê be."

(cx)

ANHA


Mijarên Din