Ji serpêhatiyên jinên êzidî di nav pençên çeteyan de

Taxên El-Ekrad û El-Şueyb ên bajarê Reqayê şahidên binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê der heqê jinên êzidî de ne ku çeteyan ji Şengalê revandine.

Çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bûn, lê hîna şûnên sûcên wan der heqê şêniyan de di mêjiyê her kesî de zindî ne. Ew binpêkirin êdî bûne bîranînên biêş ji kesên ku di girtîgehên çeteyan de mane.

Gundê Koço yek ji gundên Şengalê yê ku çeteyên DAIŞ`ê  êrîşî wî kir û komkujiyên dermirovî bi gelek hincetên nerast û di bin ala ola îslamê de der heqê şêniyan de pêk anîn. Her wiha bi sedan jinên êzidî revandin.

Piştî ku çete jinên êzidî direvînin, wan vediguhêzin herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, bi taybet bajarê Reqayê. Wê demê çeteyan bajarê Reqayê wek paytexta xîlafeta xwe re ragihandibû. Çeteyan jin xistin girtîgehan û ew di sûkan de firotin.

Taxên El-Ekrad û El-Şueyb ji taxên bajarê Reqayê ne ku bûne şahidên binpêkirinên çeteyan der heqê jinên êzidî de. Jinên ku li taxa El-Şueyb dimînin, sûcên hovane yên çeteyan der heqê jinên êzidî de vegotin.

Dibistana Rabîa ji minberek zanistî veguherî girtîgeha jinên êzidî

Dibistana Rabia ya amadehî ya keçan li navenda bajarê Reqayê ye. Çeteyan dibistan kiribû girtîgeheke mezin ji jinên êzidî re û der heqê wan de binpêkirinên hovane pêk dianîn.

Şêniyên taxê wê demê nedizanî ku jinên êzidî li dibistanê ne, lê ya rast ditirsîn ku pirsa wê bikin. Rojek ji rojên dagirkirinê, dibistan rastî êrîşa hewayî tê, jinên êzidî dikarin birevin û xwe di malên şêniyên taxê de vedişêrin. Lê çete taxê dorpêç dikin û şêniyan bi kuştinê tehdît dikin.

Hiwazin Abdullah El-Şueyb ji niştecihên taxa El-Şueyb e û li nêzî dibistana Rabia dimîne. Hiwazin bûyera ku çawa jinên êzidî ji dibistanê revîn, çawa çete tax dorpêç kir û çawa şêniyên taxê bi kuştinê tehdît dikin ku eger jinan di nav malên xwe de veşêrin, vegot.

Hiwazin wiha dibêje: "Di saet 10:00`an de û piştî êrîşa hewayî, 60 jin ji dibistanê derketin û di nav kolanên taxê û kolanên bajêr de belav bûn. Hinek ji wan di nav malan de xwe veşart piştre hatin girtin û jinên din ên ku ber bi çem ve revîn, xwe xilas kirin."

Mehmûd Hecî Kedro û çîroka revandina malbateke êzidî ji girtîgehên DAIŞ`ê

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê li gelek deveran jinên êzidî girtibûn. Yek jê di taxa El-Rimêle de li bakurê rêya trênê ya bajêr. Çeteyan mala cîranê Mehmûd Hecî Kedro yê ku bi navê Ebû Sebrî tê naskirin, ji xwe re kiribû baregeh. Ebû Sebrî bû şahidê sûcên DAIŞ`ê der heqê jinên êzidî de. Di wê malalê de çeteyan keçeke êzidî bi navê Şekîbe Dexîl tevî xwişkên xwe Şikriye, Menel û her du hevalên wê Nesrîn û Xaton ragirtibûn.

Ebû Sebrî yê 55 salî çîroka çawa Şekîbe û xwişkên xwe ji girtîgehê direvin, vegot: "Rojek ez li ser banê mala xwe bûm, min hewl dida depoya avê tijî bikin, ji nişka ve min dengên biyanî bihîstin ku banga alîkariyê dikin. Wê demê min dîwar qul kir da ku jêdera dengan nas bikim. Jinên tazî û girêdayî li navenda malê hebûn."

Ebû Sebrî wiha domand: "Beriya ku roj hilê, deriyê mala me lêket. Im Sebrî derî vekir, Şekîbe û her du xwişkên wê li ber derî bûn. Hema min bi lez ew derbasî hundir kirin da ku çete wan nebînin. Ez ji şûnên îşkenceyan li ser wan matmayî mam."

Ebû Sebrî wiha berdewam kir: "Diya Sebrî cil dan her sê keçan û piştre me ew birin maleke li taxa El-Rimêla. Her sê keç di malekê de li navenda bajêr heya 20 rojan man. Piştî wê me peywendî bi malbata wan re ava kir. Min pere da wan da ku xwe bigihînin Tirkiyê heya ku vegerin warê xwe."

Ji aliyê xwe ve Şekîbe piştî ku gihaşt Almanyayê bi rêya telefonê ji ajansa me re got: "Piştî ku çeteyan ew revandin, dê û bavên me dikujin û em veguhestin Reqayê. Li wir azara rastîn bû. Em rastî îşkenceya bedenî û derûnî dihatin."

Şekîbe wiha domand: "Dema ez reviyam, xwişka min Menel nikarî bireve. Pêjna wê her tim li pêşiya çavê min bû. Lê beriya demekê min xwişka xwe di dîmenekê de dît, QSD`ê ew ji Baxozê rizgar kiribû."

QSD`ê di pêngavên rizgarkirinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan jinên êzidî yên ku çeteyan di komkujiya sala 2014`an de li Şengalê revandibûn, rizgar kirin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din