Ji TEV-DEM Peyama cejna Ekîto

TEV-DEM‘ê cejna Ekîto li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelên Suryan, Keldan û Asûr pîroz kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya cejna Ekîto peyama weşand.

Peyama TEV-DEM‘ê wiha ye:

"Bi boneya 1`ê Nîsanê cejna sersala babilî, asûrî, suryanî û keldanî (Ekîto), em tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelên Suryan, Asûr û Keldan bi vê boneya dîrokî ya kevnar pîroz dikin.

Ev cejn li gel buyerên ku îsal li cîhanê diqewimin bi taybet belavbûna Koronavîrûsê ya kujer tê pîrozkirin. Em spasiya gelên Suryan, Asûr  û Keldan dikin ji ber ku tedbîrên hişyariyê yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23`yê Adarê ve ragihandine pêk tînin, da ku civaka me biparêzin. Her wiha ji ber ku şahiyên xwe di malên xwe de lidar dixin û şahiyên mezin lidar nexistin.

Ev ji bo me eşeke, ji ber ku em weke gel hez dikin cejn û boneyên xwe li ser rêbazên gelêrî û şahiyên mezin bi dîlan û govendê pîroz bikin.

Em piştrast dikin ku divê ji vê bêtir ked bidin, hevkar bin û piştgiriya hev du bikin û rêgezên neteweya demokratîk ên jiyana hevpar, biratiya gelan û karê cidî pêk bînin. Da ku destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdên me yên leheng hatine bidestxistin biparêzin.

Cejna we pîroz be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din