Ji Til Rifet: Planên dagirkirinê rastî berxwedana gel tê

Bi armanca koçberkirina sivîlan û parçkirina xaka Sûriyê, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê îro danê sibehê navçeya Til Rifetê topbaran kirin. Li ser vê yekê şêniyên navçeyê gotin, armanca Tirkiyê şêniyên koçber bike û siyasetên dagirkirinê li herêmê pêk bîne.

Li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê zêdeyî 25 hezar sivîl dijîn, di nav de hejmarek ji şêniyên kantona Efrînê ne yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser kantonê neçar mane ji warê derkevin.

Leşkerên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li bajarê Ezaz, Marî û gundê Kefer Xaşirê xwe bi cih kirin danê sibehê saet 07:20 bi zêdeyî 40 topan navçeya Til Rifetê, gundê Beylûnê û Eyn Deqneyê topbaran kirin. Ji ber topbaranê welatiyê bi navê Emîn Îbrahîm Çawîş (74) ji gundê Baflonê yê herêma Cindirêsê ya Efrînê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji şêniyên Efrînê 3 kes birîndar bûn, jê jinek ducanî hebû. Kesên birîndar bûne, Ferîda Bekir (22), Yasmîn Ebdulezîz (12) û Şervan Mihemd Dolîko (23). Şêniyan, kêsên birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê. Li aliyekî din jî ziyanên mezin gihiştim mal û milkên şêniyan.

Ji Efrîniyên ku zerar gihiştine malên wan bi rêya ajansa me ANHA‘yê diyar kirin ku ew li Şehbayê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe didin.

Silêman Îbiş: Ji ber êrîşên bê serûber ên li ser sere me em neçar man ji Efrînê derkevin.  Îro me li vir in dîsa dixwazin bi top û êrîşan me koçber bikin. Em  ji topên wan natirsin û narevin, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.

Heyfa Fethî Dawud: Ji ber topên wan em ji Efrînê derketin. Ji bo şehîdên li Efrînê em li Şehbayê li ber xwe didin wekî çawa me li Efrînê li ber xwe da.

Ebdulezîz Abdullah: Em di xew de bûn top bê serûber li malên me ketin. Tu leşker di nav me de nîn in, em hemû sivîlên çima me dikin hedef, topek li nêzî mala me ket û parçeyek wê li keça min ket û ew birîndar kir.

ANHA

 


Mijarên Din