Ji Trafîka Rojava hişyarî: Boçikên cigareyan neavêjin

Gerînendetiya Giştî ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo raya giştî belavokên hişyariyê der barê pêşîgirtina li şewatan de li herêma Qamişlo belav kirin.

Bi rasthatina mewsima çinînê li herêma Cizîrê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, da ku pêşî li bûyerên şewatên di nav berhemên çandiniyê de were girtin, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavok balav kirin.

Di belavokan de ajokar û welatî tên hişyarkirin ku boçikên cigareyan neavêjin û di her erebeyekê de alavên agirvemirandinê hebin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din