Ji Washingtonê banga hişyariya rêwîtiya ber bi Siûdiyê ve

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang li welatiyên Amerîkayê kir ku dema ber bi Erebistana Siûdiyê ve biçin, divê zêdetir hişyar bin.

Reutersê li ser zimanê şêwirmendê geştiyar, muzekereya karê derve bi rêya înternetê re belav kir û got nabe karmendên Amerîkayê û malbatên wan balafirgeha li Ebhayê bêyî erêkirina serokê daxwaznameyê bi kar bînin.

Gelek caran Balafirgeha Ebha rastî êrîşên firoke û moşekên Hûsiyên Yemenê hatiye.

Di milekî din de rayedarekî Amerîkayê roja sêşemê ji Reutersê re got DYA bawer e ku êrîşa der heqê avahiyên petrola Erebistana Siûdiyê ji başûrê rojavayê Îranê ve pêk hatiye û aloziya Rojhilata Navîn zêdetir dike.

3 rayedarên Amerîkayê bêyî ku navên eşkere bikin, got êrîşên der heqê avahiyên petrola Siûdiyê de bi firoke û moşeka Groz pêk hatine û ev ê yekê hişt ku êrîş bi girêk be.

(eh)


Mijarên Din