Ji “Xîlafeta”DAIŞ`ê ya li Bakurê Sûriyê tenê 1 km çargoşe maye!

Yek ji fermandarên QSD` ê ragihand ku şervanên wan çeteyên DAIŞ`ê di 1 km çargoş de dorpêç kirine.

DÊRAZOR

Li eniya Baxozê ku cihê herî dawî yê DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, şerên giran rû didin.

Nûçegihanên me ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopînin, ragihandin ku îro piştî nîvro hejmareke mezin ji sivîlan gihîştin herêmên rizgarkirî. Nûçegihanên me anîn ziman ku şerên giran di van kêliyan de di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li Baxozê rû didin.

Ji aliyekî din ve jî, yek ji fermandarên QSD`ê ku qonaxa Şerê Tinekirina Terorê birêve dibe, Ednan Efrîn ji nûçegihanên me re teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê niha tenê di 1 km çargoş de mane û ew niha di dorpêç de ne.

Efrîn  anî ziman ku ev cihê ku niha di destê DAIŞ`ê de mayî, li wir tenê çete û malbatên wan hene û sivîl li wir neman.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din