Ji xwendekarên Serêkaniyê re pêşbirka zanistî û werzîşî hat organize kirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Komîteya Zanist û Perwerdeyê ya Meclisa navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê, cara yekemîn pêşbirka agahiyên zanistî ji bo xwendekarên Serêkaniyê li dar xist. Pêşbirk li ser asta bajêr ji bo xwendekarên navîn û amadeyi hat organize kirin.

Îro Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa navçeya Serêkaniyê bi armanca xuyakirina asta çanda xwendekarên  navîn û amadehî pêşbirka agahiyên zanistî li dar xist. Pêşbirk li hola Şehîdan a taxa Zorava pêk hat. 6 dibistanên bajêr, Salim Mirî, Umeyr Bin Seid El-Ensarî, Silêman El-Farisî, Im Selma, Ibin Xeldûn û El-Razî beşdarî  pêşbirkê bûn.

Pêşbirk li ser 3 qonaxan hate orgenîzekirin. Qonaxa yekemîn girêdayî pirsên zanyarî û wêjeyî bû. Qonaxa duyemîn berhemên hunerî bû û qonaxa sêyemîn berhemên werzîşî, mîna taykwendo ji hêla xwendekarên dibistana Salim Mirî ve ya asta seretayî ve hat nîşandan.

Di dawiya pêşbirkê de xwendekarên dibistana Ibin Xeldûn a amadehî di pleya yekemîn de bi serketin. Piştre komîteya çavdêr xelat li xwendekarên ku biserketine belav kir.

Girêdayî mijarê nûçegihanê ajansa me hevdîtinek bi endamê Komîteya Zanist û Perwerdeyê ya Meclisa navçeya Serêkaniyê Elaa Cemîl Elî re çêkir. Elî teqez kir ku wan bi armanca teşwîqkirina xwe pêşxistina xwendekaran pêşbirk li dar xistine.

Xwendekera bi navê Şîla Husam Eblo ya ji dibistana El-Razî kêfxweşiya xwe bi tevlibûna pêşbirê anî ziman û spasiya komîteya amadekar kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din