Ji zarokên şehîdên Minbicê re dewreya perwerdeyê hate vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Meclisa Jin yekemîn dewreya pêşxistina behreyê zarokên şehîdan vekir.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca pêşxistina behreyên zarokên şehîdan yekemîn dewre li bajarê Minbicê vekir. Di dewreyê de dê waneyên lêdana amûran, tendirustî û paqijî werin  dîtin.

Dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 35 zarokên şehîdan hat vekirin. Dewre dê 10 rojan li Goristana Şehîdên Minbicê dewam bike.

Di vekirina dewreyê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Cemîla Ehmed axivî û vekirina yekemîn dewreya ku ev cara yekemîne li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zarokên şehîdan tê amadekirin, pîroz kir.

Cemîla di axaftina xwe de got divê zarokên şehîdan baş zanibin ku bavên wan ji bo peydekirina jiyana azad ji zarok û gelê xwe re canê xwe feda kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din