Jin amadekariya Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya 5`emîn dikin

Weqfa Jinên Rewşenbîr a herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina 5`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya Jinan bi tevlêbûna jinên rewşenbîr li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Mîhrîcan di 1`ê Adarê de dê li dar bikeve.

Çalakiyên roja yekemîn a mîhrîcanê bi dirûşma `Jin nebza jiyanê ye` bi vegotina çîrok, helbest, şano û berhemên destan û şêwekariyê wê dest pê bikin.

Di roja duyemîn de dê pirtûka ‘Gulên ji devê şer’ a helbestvan Meryem Temir were îmzekirin. Tevî ku wê şanoya bi navê Qêrîn a Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê were pêşandan.

Wê jin ji Bakur û Rojhilatê Srûiyê ji pêkhateyên cuda, xwendekarên Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Rojava tev li mîhrîcanê bibin ji bo ku berhemên xwe yên wêjeyî bi pêş bixin.

Di çarçoveya amadekariyên mîhrîcanê de seroka Weqfa Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed got: “Em ê bi armanca bilindkirina asta têgihiştina çandî û hunerî ya jinê mîhrîcanê li dar bixin.”

Mîhrîcana yekemîn û duyemîn di salên derbasbûyî de ji hêla Desteya Çand  û Hunerê ya herêma Cizîrê ve hatin lidarxistin. Lê mîhrîcana 4`emîn ji hêla Weqfa Jinên Rewşenbîr ve bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê li dar xist. Lê 5`emîn Mîhrîcana Wêje û Huner a Jin wê ji hêla weqfa jin ve bi sponseriya Desteya Çandî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1`ê Adarê de li bajarê Qamişlo li dar bikeve.

Ahîn destnîşan kir ku jin bi rêya tevlibûna mîhrîcanê di salên derbasbûyî de berhemên xwe yên wêjeyî ji helbest û gotar pêşendan. Îsal jin pêşket û wê kurtçîrok, şêwekarî, şano û karên destan bi pêşkêş bike. Ahîn wiha domand: "Ji ber şertên  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, me biryar da ku mîhrîcanê di rojekê de lidar bixin. Di salên derbasbûyî de di dirêjahiya sê rojan de lidar diket."

Ahîn di dawiya gotinên xwe de got: "Di mîhrîcanê de wê navên endamên jin ên ku bi berhemên xwe tev li mîhrîcanê bûne werin eşkerekirin. Piştî ku komîteya amadekar wan berheman binirxîne."

Weqfa Jinên Rewşenbîr 2`yemîn mîhrîcana xwe di sala 2018`an de bi tevlibûna jin ji Kurdistan û Ewropayê lidar xist. Jinên beşdar berhemên xwe bi rêya malpera Weqfê li bajarê Qamişlo şandin.

Weqfa Jinên Rewşenbîr a herêma Cizîrê navenda xwe di 3`yê Tîrmeha 2017`an de vekir. Ji bo ku şarezayên jinan ên wêjeyî û hunerî pêş bixin. Piştî ku jin di salên derbasbûyî de di Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê de kar kir. Niha bi giştî jin bi berhemên xwe yên wêjeyî û hunerî tev li mîhrîcanên ku ji hêla Desteya Çand û Hunerê ve li dar dikevin, dibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din