Jin bi cil û bergên folklorîk 8’ê Adarê pêşwazî dikin

Jinên bajarê Helebê cilên folklorik, di dema şahî û boneyên pêşwaziya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li xwe dikin.

Cil û bergên folklorîk ên kurdî yên mêr û jinan ji sembolên kevn û kevneşopên gelê Kurd in ku heta îro tên parastin, nemaze di şahiyan de ew cil tên lixwekirin. Lê cudahiya cilên jinên Kurd, biriqîn, reng, dirûtin û cawê wê yê balkêş û navdar e, her wiha xweşikbûnê di hemû boneyan de eşkere dikin.

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re, jinan biryar da ku cilên folklorîk di xebatên xwe yên 8 rojan de li xwe bikin da ku pêşkêşiya vê boneyê bikin. Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê yên di saziyên tax, komîn, meclis û dibistanan de dixebitin, cilên folklorîk tevî şala YPJ’ê di xebatên pêşkêşkirina 8’ê Adarê de li xwe dikin.

Endama Komîna Şehîd Gulê Selmo ya bajarê Helebê Fêrcîn Mihemed Roja Jinan a Cîhanê li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Em semîneran li ser girîngî û nasîna Roja Jinan a Cîhanê li dar dixin, her wiha cilên xwe yên folklorîk li xwe dikin ku nameyekê ji tevahî jinan re bişînin ku tê de girêdana xwe bi çanda xwe re bisepînin."

Endama rêveber a Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Suleyman li ser amadekariyên 8’ê Adarê wiha axivî: "Roja Jinan a Cîhanê li rêber Abdullah Ocalan û YPJ’ê pîroz dikin, her wiha em wek Kongreya Star bernameya roja 8’ê Adarê amade kiriye."

Hêvîn Suleyman destnîşan kir ku Kongreya Star biryar da ku dê tevahî jinên di saziyên li taxê de dixebitin, cilên folklorîk û şala YPJ’ê di dewama fermî de bi dirêjahiya 8 rojan de, da ku pêşwaziya vê rojê bikin, li xwe bikin.

(fr)

ANHA  


Mijarên Din