Jin di bin konê çalakiyê de çi dikin?

Di çalakiya konvedanê ya Kongreya Star de ji êvarê heta saetên sibê semînerên zanistî û belgefîlm der barê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî siyasetmedar û girtiyên berxwedêr de hatin dayîn.

Kongreya Star 10`ê Nîsanê bi dirûşma "Çalakiya greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" dest bi çalakiya konvedanê li navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê kir. Armanca wan ji çalakiyê ew e ku destekê bidin berxwedana greva birçîbûnê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Her roj jinên kantonên Şehba, Efrîn û navçe, gundewarên wê û navçeya Şehbayê beşdarî konê çalakiyê dibin. Jinên ku beşdarî çalakiyê dibin, 24 saetan di bin kon de dimînin. Di çalakiyê de daxuyanî bi navê meclis û nûnerên Kongreya Star têne dayîn, her wiha axaftin têne kirin.

Îro çalakiya Kongreya Star derbasî roja 8`emîn dibe

Duh piştî serlêdana şandeyên ku serdana konê çalakiyê dikin û piştî ku jinan ji saetên sibê heta saetên êvarê li ser lingan li ber xwe didin û dirûşmên silavkirin û destekdayîna berxwedana çalakiya greva birçîbûnê û banga azadiya  Ocalan, di saetên êvarê de jin li nûçeyan temaşe dikin da ku rewşa hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven û hevrêyên wê ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne, nas bikin.

Paşê semîner ji aliyê jinên ku beşdarî çalakiyê bûne der barê girîngiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, naskirina kesayeta wî ji nêz ve, balkişandina li ser şoreşa ku bi fikrên Ocalan hate destpêkirin û rola girîng a jinan di nava şoreşê de têne dayîn.

Her wiha jinên ku bi Ocalan dîtine beşdarî çalakiyê bûne. Di bin konê çalakiyê de detayên hevdîtina xwe bi Ocalan re gotûbêj dikin. Piraniya jinên ku Ocalan dîtine diyar kir ku ji kêliya yekê di dîtina bi wî re dihat diyarkirin ku ew rêberekî ku hezkirin û rêzdarî di kesayeta wî de diyar bûbû.

Paşê jinan li belgefilmekê ku kiryar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî girtiyên siyasî yên Kurd ku banga demokratîk û wekheviyê dikin, her wiha ku çawa girtî dest bi greva birçîbûnê dikin heta ku digihîjin asta şehadetê, temaşe kir.

Tevî rewşa hewayî, serma û barana ku car caran dibare, jinan dev ji mal û zarokên xwe berdaye û morala wan pir bilind e. Di saetên êvarê de li navçeya Ehresê bêdengiyek heye lê tenê li nêzî konê çalakiyê dengê jinan û dirûşmên silavkirina berxwedana çalakiya greva birçîbûnê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilind dibe.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne ji ajansa me ANHA`yê re tekez kir ku ji saetên sibê heta roja din morala wan pir bilind e û hêza xwe ji Leyla Guven digirin. Her wiha jinan destnîşan kir ku ew tu carî ji xwestekên xwe paşde venagerin û gotin ew ê faşîzma dewleta Tirk bişikînin, Ocalan azad bikin û dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê derxin.

Tê payîn ku îro çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven, endamên HDP`ê û bi sedan girtî û çalakvanên di girtîgehên dewleta Tirk de ev çend meh e bi armanca rakirina tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din