Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe – Hêvîdar Xalid

Tundiya li ser jinan rêyeke sîstematîk a di dîroka mirovahiyê de ye ku sîstemên olî, civakî û siyasî tê de beşdar dibin û armanc jî yek e anku biçûkxistina jinan, rakirina rola wê ji navend û çalakiyên biryardayînê, her wiha dûrxistina wê ji rola wê ya rastîn a ku bi hezaran salan di nava civakê de dilîst.

Di dîrokê de jin di nava civakê de xwedî cihekî civakî û pêşeng e, bi vedîtinên ku bi hezaran salan xizmeta mirovahiyê kirine, di asta civakî û mirovî de destkeftiyên mezin pêk anîne. Lê belê, bi kontrolkirina zilam a desthilatêre; di jiyanê de cihê xwe yê xwezayî ji dest da û rola wê qels bû, bû kole, xizmetkar û amûra kêfê, bû karmendek bê pere. Li ser ferz kirin ku karên herî zehmet pêk bîne heta ku berdêl jiyana wê be, armanc jî tenê “Kêm” were xuyakirin.

Jin gihîştiye wê astê ku di civakê de xwe "kêm" qebûl bike, lewma jî xwe spart mêr û sozdestiya wî û bû kelûpelê herî erzan. Di hemû qadan de, di reklaman de bi wêneyên tazî li ser qutiyên çay, biskewît, benîşt û turikên dermanên paqijiyê hat bikaranîn. Digel vê yekê jî, di pêşangehên erebeyên nûjen de, hêmaneke bi bandor e û ji bo şîrketên amûra reklamê ye.

Zihniyeta baviksalarî bedena jinan di qad û cihên cuda de ji bo berjewendî û armancên xwe, bi rê û rêbazên ecêb bi rêya xapandin û hîleyan, bi kar tîne. Ev zihniyet jiyana jinan wêran dike û hebûna wê ji kokê ve diqele. Rêber Ocalan di vê warî de dibêje; “Mejiyê zilam, mejiyeke ku hezar hîle xuliqandin, mejiyê derew, hovîtiya şer û îdeolojiya xirab e, bi kurahî mejiyê wêrankirina civak û ekolojiyayê ye.”

Di Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan a  Cîhanê de, divê em bînin bîra her kesî û dengê xwe bilind bikin ku cihê jinan ne mal e û ew bi awayekî sîstematîk ji aliyê sîstemên olî, civakî û siyasî ve rastî şîdetê tê.

Tevî hewldanên jinan û rêxistinên wan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê û berdêlên mezin ên di vî warî de, hîn jî tundiyê li pey wan e.

Her roj bi sedan bûyerên berdan, xwekuştin, qetilkirin, lêdan û destdirêjiya cinsî li dijî jinan pêk tên. Her wiha mafên mirovan li gelek dewletên herêmê tên binpêkirin. Ev hemû jî encama zihniyeta baviksalarî ye ku di nava civakê de cih girtiye û jinan weke şerm, eyb, namûs û şerefê dibîne.

Ji bo li hember van sûcan bê sekinandin, divê rêxistineke jinan a hevbeş ava bibe ku dirûşma Jin, jiyan azadî ji xwe re dike armanceke sereke. Ji ber gelek nîşaneyên îdeolojî yên vê dirûşmê hene ku wateya rastîn a têkoşîna ji bo azadî û jiyanê ye.

Tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhempa bû. Ji destpêka tevgera gel a li Sûriyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Çerkez, Keldan, Asûr û Êzidî, karîne xwe bi rêxistin bikin û bi hev re li dijî dîroka baviksalarî tê bikoşin ku 5 hezar salî ye û wiha bi hev re pergala xwe ya parastinê ya bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. Ev jinên şoreşger ên ku di têkoşîna azadiyê de israr kirin û di vê rêyê de canê xwe feda kirin, ji bo hemû azadîxwazên cîhanê bûn ronî û meşelyek.

Li vir, şoreşa ku di dîroka herêmê de wekî wê çênebûye, dest pê kir. Rê li ber her kesî vekir û di hemû astan de rêbazên nû yên têkoşînê afirand. Vê yekê jî hişt ku gelek xort û keçên herêm û cîhanê ji hemû pêkhateyan li dora wê bicivin, baweriya xwe bi armancên wê bînin û û hewl bidin ku wê pêşde bibin.

Belê, cîhan bi serkeftinên jinan ên li qiraxa Çemê Firatê ku bi hezaran salan berê şahidiya şaristaniya dîrokî ya li ser destê jinan kiriye, matmayî ma. Ev şoreş ji bo jinan derfetek bû ku toza tirs û xofa salan ji ser milên xwe paqij bikin û li qadên azad bicivin da ku bêyî bên girtin, liwan kesên ku hewl didin êşên wan ragihînin û bi awayekî eşkere behsa wan bikin, guhdar bikin.

Li vê erdnîgariya biçûk, sîstemeke nû tê avakirin; Li ser bingeh û têgînên nû, pîvan û prensîbên demokrasî û zihniyeteke nû û bi pêşengiya jinên ku dirûşma rêxistinê ji xwe re kirine armanc. Jin li vir xwe ji nû ve ava dike, ji bo afirandina jiyaneke nû dixebite. Ji bo bidestxistina jiyaneke azad ji jin û civakê re, xilasbûna ji zihniyeta baviksalarî û desthilatdar a li ser jin û civakê û kirina sedsala 21'ê wek sedsaleke şoreşên civakî yên li ser bingehê azadiya jinê, gavên rasteqîn diavêje. Ji ber ku jin kok û cewherê jiyanê ye û bêyî azadkirina wê azadiya civakê nabe.

Ji ber vê jî, em dikarin bêjin ku jin hemwateya jiyanê ye, her wiha hemwateya azadiyê ye jî.  Bêyî jineke xwedî hêz û xwedî maf, ne jiyan û ne jî azadî heye. Maf ne xêrek an diyariya ti kesî ye, lê belê ew tişteke xwezayî ye. Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, hemû cureyên tundiyê dikevin. Sal bi sal heman diruşm dubare dibe û heman deng berz dibe, dest ji tundiyê berdin û bihêlin ku jin di nava aştî û azadiyê de bijîn.

(hs)

ANHA