Jin li Amerîkayê bi hêz amadekariyên hilbijartinan dike

Navenda jinan a Amerîkay û Siyasetê îro ragihand ku hejmara bernamzetên jin ên ku dê tev li hilbijratinên Mijdarê bibin pir e.

Li gorî navenda girêdayî paymengeha Eagleton a siyasetan a zanîngeha Rutgers, hejmara bernamzetên jin ên ku dê tev li hilbijartinan bibin gihaşt 243 jinan. Tê payîn ku ev hejmar zêde bibe.

Hejmara jinên ku dê tev li hilbijartinan bibin wiha hatiye dabeşkirin 74 bernamzetên Partiya Cumhurî ne û 169 bernamzetên Partiya Demorkatîk in.

Tê zanîn ku Nancy Pelosi a ji partiya demokratîk seroka niha ya kongresê ye û ew yekem jin e ku vê erkê bi rêve dibe.

Nancy Pelosi di salên 2007 û 2011`an de bû serokê kongresê. Careke din di 2018`an de, partiya demokratîk di hilbijartinan de bi serket û Nancy Pelosi dîsa bû seroka kongresê.

(şx)


Mijarên Din