Jina Ermen Reşal piştî rizgarkirinê, radestî malbata wê hate kirin

Saziya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê keça Ermen Reşal Diyal Armando ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hat rizgarkirin, radestî metranê Ermen Enteranîk kir.

Keça Ermen Reşal Diyal Armando ji şêniyên bajarê Şamê ye û di sala 2014`an de dema ku bi malbata xwe re serdana bajarê Reqayê kir, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate girtin û di dema pêngava Bagera Cizîrê de QSD`ê ew ji çeteyan rizgar kir.

Îro bi beşdariya hejmarek ji pêkhateya Ermen, metranê Ermen ê li bajarê Qamişlo, hevserokê Saziya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer û hejmarek ji dezgehên çapemeniya herêmî keça Ermen Reşal Diyal Armando bi rêya civîneke çapemeniyê ku li buroya Saziya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, radestî metran Enteranîk hate kirin.

Di civîna çapemeniyê de Abdulkerîm Omer diyar kir ku Reşal ji beriya 5 salan ve ji aliyê çeteyan ve hate revandin û di dema pêngava Bagera Cizîrê de QSD`ê ew rizger kir.

Têkildarî mijarê metran Enteranîk di civînê de destnîşan kir ku Reşal radestî malbata xwe hat kirin, her wiha spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi vî karê birûmet rabûne û wiha anî ziman: " Di rizgarkirina Reşal de, keda herî mezin, li şehîdên ku berdêlên giranbuha dane û tîpên zêrîn di dîroka herêmê de xêz kirine, vedigere."

Her wiha Reşal diyar kir ku ew dema bi malbata xwe re diçû bajarê Reqayê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin. Her wiha Reşal da zanîn ku çeteyan ew neçar kirin ku bi kesekî 50 salî re bizewice û derbasî perwerdeyên leşkerî û olî bibe. Di dawiya axaftina xwe de Reşal spasiya QSD`ê kir ku ew ji çeteyan rizgar kir.

Hêjayî gotinê ye ku Reşal jina Ermen a yekem e ku tê rizgarkirin û radestî malbata xwe tê kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din