Jinan li Swîsreyê banga wekheviyê kir

Bi hezaran jinên swîsreyî daketin qadan, grev ragihand û banga wekheviya di navbera her du zayendan kir.

Duh bi hezaran jinên swîsreyî greva karsekinandinê ragihand û bi meşekê banga wekheviya di navbera her du zayendan kir, nexasim di aliyê destheqan de.

Jin li kolanên Cinêvê daketin qadan, pankart hilgirtin û sloganên banga wekheviyê berz kirin. Polîsan bergiriyên tund ên ewlehiyê girtin û di dema xwepêşandanê de tevgera çûyîn û hatinê hate rawestandin.

Komîteyên jinan û sendîkayên karkeran grev û xwepêşandan bi rêxistin kirin û li hemû Swîsreyê deng veda.

Tê zanîn ku wekheviya di navbera her du zayendan de bi destûra Yekitiya Swîsreyê yekemîn car di 14`ê Hezîrana sala 1981`an de hate  diyarkirin, lê dîsa jî di meriyetê de nehat pêkanîn. Jinên ji Swîsreyê ji bo heman karî, destheqên kêmî yên mêran ji sedî 12`an werdigirin, ji ber vê yekê desteyên jinan dibêjin ku li gorî serjimariyê û detayan kota ji sedî 20 e. 

Her wiha jinên li hemû welat daketine qadan, banga hevsengiya di navbera kar û debara jiyanî de, başkirina rewşa malnişîniyê û jinûve birêxistinkirina saetên kar kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 1991`an de jî xwepêşandanên bi heman armancê hatibûn lidarxistin.

(eh/kc)


Mijarên Din