Jinan li Tirbespiyê berxwedana Heftanînê silav kir

Rêxistinên jinan ên di nava partiyên siyasî yên li navçeya Tirbespiyê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo vîna gelê azadîxwaz bişikîne tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan tundtir dike û berxwedana Heftanînê silav kir.

Rêxistinên jinan ên partiyên siyasî û di bin sîwana MSD`ê de ne bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên li dijî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Hêvîn Mihmed bi beşdariya bi dehan endamên partiyên siyasî yên li navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişloyê li pêşiya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Hîn jî artêşa Tirk li pêşberî çavên cîhanê sûcan pêk tîne, bi çekên giran û sivik êrişî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide bi tavahî rêbazan vê herêmê dagir bike.

Dewleta Tirk ji bo vîna gelê azadîxwaz û gelê dixwaze ji bin banên desthilatan rizgar bibe, bişkîne, tecrîda li ser rêber Ocalan tundtir dike, ji ber gel xwe dispêre fikirên rêber Abdullah Ocalan.

Piştî dewleta Tirk tecrîd li ser rêber Ocalan ferz kir, êrişên xwe yên li dijî herêmên Heftanîn, Bakur û Rojhilê Sûriyê zêdetir kirin û hewl dide desthilata Osmaniyan zindî bike.

Em ê bibin piştgirên tevahiya gelên ku banga azadiyê dikin, her wiha dê bibin kilîta şikandina tecrîdê û rizgarkirina rêveber Abdullah Ocalan ji girtîgehên dewleta Tirk."

(eh)

ANHA


Mijarên Din