Jinan pênaseya aboriyê vegerand cewherê wê yê rasteqîn

Şoreşa Rojava ku wek “şoreşa jinan” tê naskirin, dikeve sala xwe ya 8‘emîn. Jinan di warê aboriya ku civakê esas digire de gavên girîng avêtin. Di vê çarçoveyê de gelek proje ku karî rê li ber keysbaziyê bigire û hewcedariya civakê bi cih bîne, pêk anîn û ji bo demên pêş jî bernameyeke projeyan danîn.

"Ekonomî" têgeheke yewnanî ye ku tê wateya "aboriya malbatê" anku "aboriya malê" û rêbaza jiyana malbatê û çawaniya peydakirina debara wê diyar dike.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî bingeha xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire. Ew jî aboriyê wek pêkanîna pêwîstiyên madî yên girîng ji civakê re pênase dike.

Ji vî bingehî jinan dest bi lêgerîna rêbazên vegera aboriyê li cewherê wê yê rasteqîn kir ku aboriya komînal esas digire.

Avakirina sîstema aborî ya nû di gelek pêvajoyan re derbas bû û di avakirina wê de gelek zehmetî hatin dîtin. Nemaze ku ev sîstemeke tam ji cewherê xwe yê mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase dike, hatibû derxistin.

Bi pêvajoya şoreşa Rojava anku şoreşa jinan re, jinan gava yekemîn a ji bo pêşxistina aboriyê li gorî cewherê wê yê rast ji komînan dest pê kir ku bibe aktora sereke ya avakirina civaka demokratîk.

Aboriya jinan beriya şoreşê

Beriya şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmeha 2012`an, rola jinan sînordar bû. Jinan tenê karên malê bi rê ve dibirin. Vê rewşê jî derfet nedida ku rola xwe ya dîrokî di nava civakê de pêk bînin.

Gava yekemîn

Yekitiya Star (Kongreya Star) wek pêngava yekemîn a ji bo pêşxistina aboriya jinan dest bi avakirina komînên jinan kir. Ji wê derê dest bi avakirina komîteyên aborî, wek yek ji bingehên sereke yên komînê ne, kir. Ev pêngav bingeha sereke ji bo aboriya jinan di nava şoreşa Rojava de bû.

Di vê çarçoveyê de gava yekemîn a şoreşa Rojava; birêxistinkirin û perwerdekirina jinan, pênasekirina wan bi nasname û rola wan a avakirina civakê bû. Li ser vê yekê Kongreya Star (berê navê wê Yekitiya Star bû) li hemû gund û bajaran dest bi avakirina komîn û meclisên taybet ên jinan kir. Di heman demê de, bi 10 jinan dest bi perwerdekirina jinan a di hemû aliyên jiyanê de û bi taybet di aliyê aborî de kir.

Bi ragihandina rêveberiyên xweser li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê re di sala 2014`an de, Desteya Jinan di nava rêveberiyê de hat avakirin. Desteyê projeyên aborî yên jinan girtin ser xwe da ku geşkirina aboriya jinan ji wê dest pê bike.

Xewn bûn rastî

Di navbera salên 2015-2016`an de jinan yekemîn projeyên aborî pêk anîn.Yekitiya Star piştî rêzecivînên bi jinan re dest bi yekemîn projeya çandiniyê kir.

4 hezar jin ku ji aliyê komîn û meclisan ve hatin hilbijartin, tev li vê projeyê bûn. Jinan di vê projeyê de 55 hezar donim genim, ceh û nîsk li kantona Cizîrê çandin, her wiha dest bi projeya xwedîkirina sewalan û çandina şênkayiyê kir.

Gavek bi pêş de

Navenda Aboriya Jinan bi armanca berfirehkirina çalakiyên jinan di aliyê aborî de, yekemîn konferansa jinan di 15`ê Hezîrana 2017`an de li Bakurê Sûriyê li kantona Cizîrê li dar xist. Di konferansê de girîngiya avakirina aborî di rewşên şer, pêvajoya heyî de û girîngiya aboriya xweser ji bo şikandina ambargoya ku hatibû ferzkirin, hatin nîqaşkirin.

Di konferansê de gelek biryar hatin dayîn. Ji wan avakirina Koordînasyona Aboriya Jinan li Bakurê Sûriyê, avakirina akademiyeke perwerdeya aborî û vekirina navenda lêkolîn û pêşxistina aborî. Dîsan jî biryar hate dayîn ku pisporên di aliyê aborî de werin gihandin. Ew jî ku hemû jinên pispor ên di kooperatîfan de werin perwerdekirin û endam perwerdeyê der barê têgîna rast a koopratîfan û xebatên wê de bibînin.

Di konferansê de her wiha biryara firehkirin û aktîfkirina koopratîfên çandinî, pîşeyî, bazirganî û xwedîkirina sewalan hat dayîn û alavên çandiniyê ji koopratîfên çandiniyê re werin peydakirin û çalakî û xebatên destkariyê yên jinan werin pêşxistin. Konferansê giringî da koopratîfên herêmî yên biçûk û xebatên ji bo pêşxistina destkariyên jinan.

Ji Rojava ber bi Bakurê Sûriyê ve

Pêşxistina aboriya jinan tenê li herêmên Rojava sînordar nema. Li tevahî herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyê yên mîna Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê belav bû.

Kongreya Star dest bi birêxistinkirina jinan li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, kir. Di destpêkê de û piştî 4 salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê û tirsa ku di nava jinan de çandibû, gelek zehmetî dîtin.

Lê piştî perwerdekirin û birêxistinkirinê jinên Ereb li Til Hemîs û Til Birakê bi serkêşiya Komîteya Aboriya Jinan dest bi rêveberiya şitilgehan û vekirina dikanên cilan kir.

Li Minbicê jinan xwaringeha Rebî (Bihar) a xwarinên gelêrî, cihê xwedîkirina mirîşkan û baxçeyên mêwanan vekirin.

Li Reqayê projeya tevnan li herêma Hezîma hat vekirin. Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê dest da aboriya jinan û baxçeyên sergirtî li herêma Reqa Simra bi firehiya 10 doniman vekirin. Her wiha firneyên pasteyan jî vekirin.

Li herêma Dêrazorê jî ku herî dawî hat rizgarkirin, werşeyên dirûtinê ji bo jinan vekirin.

Projeyên ku jinan dixin sûkên kar

Komîteya Aborî ya Jinan di sala derbasbûyî de alîkarî da ku Sûka Pepûle, her wiha xwaringeha Sêmalka, Çarçela li Dêrikê, xwaringeha Amargî li Kobanê, kargeha Fisûl (Werz) ya xwarinên di qûtiyan de li kantona Hesekê, qehwexaneya Amara li Rimêlanê û werşeyên dirûtinê li Qamişlo û Hesekê werin vekirin.

Li kêleka van jî beriya 4 salan, 4 hezar darên fêkî li kantona Hesekê û 3 hezar dar li Tirbespiyê hatin çandin. Ev dar dê sala bê berhem bidin û berhemên wan li hundirê welat werin belavkirin.

Aboriya jinan destekê dide rêxistinên taybet û saziyên rêveberiyê

Komîteya Aboriya Jinan alîkarî pêşkêşî jinên di rêxistinan û saziyên Rêveberiya Xweser de kir û rêyên serkeftina projeyên taybet ji bo jinên bî diyar kirin.

Ji bo jinên Efrînê piştî ku di gelek kargeh, werşên dirûnkariyê û projeyên biçûk de dixebitîn, piştî dagirkirina kantona Efrînê , niha karê xwe li kantona Şehbayê di kargeha ava vexwarinê û werşên dirûnkariyê de li kampan didomînin.

Karkerên ji aliyê jinan ve tên birêvebirin

Navenda Aboriya Jinan piştî ku alavên ji dervayî Rojava anîn da ku baş parastin û depokirina madeyan bike, dikaribû gelek projeyan pêk bîne.

Gelek kargeh hatin vekirin, ev kargeh jinên ji Efrînê û Helebê ku tecrubeya wan berê tê de hebû, bi rê ve dibin û niha bi dehan jinan li ser van alavan perwerde dikin.

Serkeftina hundirîn bala welatên cuda dikişîne

Serkeftina aborî li Rojava û Bakurê Sûriyê hişt ku gelek şandeyên ji derveyî welat mîna Brîtanya û Îtalyayê werin û alîkariyê pêşkêşî gelek projeyan bikin, jê kargeha dirûtinê ya li kampa Holê.

Projeyên sala 2019’an

Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya Festîvala Genim dike ku dê di dawiya meha Îlonê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

Her wiha planeke din a çandiniyê ji bo zeviyên ku şewitîne, heye. Tê payîn ku malbatên pispor di warê çandinî û xwedîkirina sewalan de vê projeyê bi rê ve bibin. Her wiha komîte hewl dide 2 kargehan veke, yek a tevnan û ya din ji bo pêdiviyên malan e. Her wiha amadekariya vekirina sûka jinan li Amûdê jî tê kirin.

Komîte plana çandiniyên din ji bo berhemên vê salê ku şewitîne, daniye. Ji bo sala bê jî amadekarî têne kirin.

Amadekariya akademiyeke nû

Li aliyekî din jî amadekariya vekirina akademiyekê li Tirbespiyê li kêleka zeviyên ji bo çandiniyê hatin diyarkirin, tê kirin da ku endamên akademiyê werin perwerdekirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din