‘Jinan roleke çalak li ser bingeha fikr û felsefeya Ocalan lîst’

Kongreya Star li Serêkaniyê ya kantona Hesekê semînerek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîze kir. Li rexê jî sînevîzyonek li ser jiyana Ocalan li Navenda Waşokanî ya Çanda û Hunerê ya bajêr pêşkêş kir.

Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê ya jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro Kongreya Star tevî koordînekirina meclisa Serêkaniyê li ser jiyana rêber Ocalan û Komploya Navdewletî ya li dijî wî pêk hatiye, bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajêr, endamên navendan, saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG û YPJ’ê semînerek li dar xist.

Hola semînerê bi wêneyên Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Kongreya Star hate xemilandin.

Endama rêveber a Kongreya Star Selwa Mihemed semîner bi rê ve bir ku destpêkê jidayikbûna rêbertî li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir. Her wiha diyar kir ku ji destpêka têkoşîna xwe heya niha rêbertî ji bo azadî, rizgarkirina gelên bindest, rizgarkirina xaka Kurdistanê û standina mafên gelê Kurd tê koşiya.

Selwa di domana axaftinê de tekez kir ku jin li Kurdistanê li ser fikr û felsefeya Ocalan meşiyane û şoreşa ku jin pê rabûye, dê li hember çi dijminekî ku dest dirêjî xaka Kurdistanê bike, bi serkeve û wiha got: "Jinan bi rêya meşa li ser fikr û felsefeya Ocalan û lîstina rola xwe der barê astên leşkerî û siyasî de karî ev diyar bikira."

Piştî semîner bi dawî bû, sînevîzyon der barê jiyana rêber Ocalan û Komploya Navdewletî ya li dij pêk hatiye, hate pêşkêşkirin.

Semîner bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din