Bi boneya salvegera 8'an fermana li dijî êzidiyên Şengalê ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbû, Nûnertiya Kongra Star a Lubnanê bi hevkariya Weqfeya Jîn a Jinan panelek li Kampa Şatêla ya Lubnanê li dar xist. Hejmarek jinên ji Filistîn û Sûriyê beşdarî panelê bûn.
Endama Kongra Star Nesrîn Biro bixêrhatina beşdaran kir. Piştre nûnera nivîsgeha têkiliyên derve ya Kongra Star a Lubnanê Henan Osman li ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê, sûcên li dijî jinên Êzidî semînerek da.
Henan Osman bal hat kişandin ser bandorên neyinî û hevsengiyên herêmî û navneteweyî ku bûn sedema mîna vê fermanê, çawa ku hêzên herêmî û navneteweyî hewl didin bi rêya sextekirina rastiyan bi dozên Filistîn û kurdan bilîzin.
Seroka Weqfeya Jîn a Jinan Buşra Elî bal kişand ser berxwedana jinên Êzidî, çawa xwe bi rêxistin kirin û di hemû qada de cih girtin. Her wiha îşaret bi tevkariya di navbera gelê Kurd û gelê Filistînê de li hemberî dijminê hevkar dewleta Tirk û komên tundraw ên girêdayî wê.
Di dawiya panelê de beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.
ANHA