Jinek ji Efrînê binpêkirinên dagirkeran li Efrînê vedibêje

Jina bi navê C.M. destnîşan kir ku çeteyan milkên şêniyên gund talan kirin, jinên gund revandin û îşkence kirin. C.M destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker malbatên xwe yên ku ji Hema, Hims, Xûta û Idlibê anîne, di gund de bicih dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagerkirina Efrînê ve hovantirîn rêbazên tundiyê li ser şêniyên şêniyên kantona Efrînê didin meşandin. Her wiha armanc dikin ku demografiya herêmê biguherin û herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bikin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, jin ji tevahiya mafên xwe mehrûm man. Weke hemû şeran, jin bûn qurbanên yekemîn û rastî tundiya yekser ji kuştin, revandin û destavêtinê, hatin.

Jina bi navê C.M. dayîka 4 zarokan e. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, salek û 4 meh li Efrînê maye. Ji ber tirsa li ser jiyan malbata xwe ya ku li Efrînê dimîne navê xwe eşkere nekir. C.M. ji ber hovîtiya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gund derket û berê xwe da taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê.

C.M. ji ajansa me re hindek rûdanên ku li gundê wê rûdane vegotin û got: "Piştî dagirkirina gund çeteyan jin û mêr ji hev cuda kirin û li qada gund a ku bi navê qada guvaştgehê tê naskirin, kom kirin. Piştre wêneyek me kişandin û li dazgehên capemeniyê belav kirin da ku propaxendeya ewlehiya herêmê bikin. Piştî wê lêpirsîn li herkesi vekirin û em şandin mal.”

C.M. wiha domand: "Piştî derbasbûna çend rojan çeteyan dest bi talankirina malên şêniyên gund kirin, bi taybet kesên ku ji gund derketibûn. Her wiha şêniyên ku ji bajarên Hema, Hims û Xûtayê hatine di malên vale de bicih kirin. Di vê dawiyê de jî dest bi cihkirina malbatên ku ji Idlibê hatine di malên şêniyan de kirin."

4 jin ji gund revandin

Girêdayî bûyerên revandinê C.M. diyar kir ku li ber çavên wê çeteyan 4 jin ji gund revandin û heya 20 rojan îşkence kirin. C.M got, yek ji wan heta 60 rojan di bin îşkenceyê de hiştin.

C.M. wiha berdewam kir: "Çeteyan neynûkên jinekê hilkirin û piştî ku malbata wê fîdya da, ew berdan."

C.M. got kesek ji binpêkirinên çeteyan nafilite û wiha domand: "Dikana tekane ya gund ku me jê pêdiviyên xwe peyda dikirin, çeteyan talan kirin û xwediyê dikanê tevî malbata wî ji dikanê avêtin derve. Çeteyan mewsimê  şêniyan jî desteser kirin.”

C.M. destnîşan kir ku çeteyan nasnameyên taybet derxistine û ew nasname bi navê sicil medenî tê nasîn.

 (şx/bm)

ANHA


Mijarên Din