Jinek Kurd pirtûkek girêdayî gotinên pêşiyan nivîsî

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê beşdaarî şahiya imzekirina keça Kurd bi navê Silava Ararat pirtûka xwe bi navê Gotinên pêşiyan bûn.

Jina Kurd ya bi navê Silava Ararat ku ji Kobanê ye, piştî çend mehan ji lêkolîn û komkirina agahiyên girêdayî gotinên pêşiyan, pirtûka xwe ya yekemîn weşand. Pirtûk bi zimanê Kurdî nivisandiye. Navê Pirtûkê ‘Gortinên Pêşiyan’ e.

Îro li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Silava Ararat pêşkêşî civakê kir û imze da şêniyan. Bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl ên kantonê û şênî beşdarî bernameyê bûn.

Di pirtûkê de bi sedan gotinên pêşiyan û metelokên civakî yên civaka Kobanê bi taybet û civaka Kurdî bi hene.

Silava gotinên pêşiyan li gorî rêza tîpên Kurdî rêz kirine û hejmarek ji pirtûkan wek diyarî li endamên saziyên sivîl ên kantonê belav kir.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din