Jineke DAIŞ`î ji ber neviya wê serçavIk li xwe nekir, ew kuşt!

Jineke DAIŞ`î ku ji Azirbîcanê ye neviya xwe ya 14 salî kuşt ji ber ku serçavk li xwe nekir.

Hêzên Sûriyê Demoratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Lê xeteriya fikrên wan hîn jî berdewam dike. Tevî bangên Rêveberiya Xweser ji dewletên cîhanê re ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de werbigrin lê heta niha wan dewletan tu helwest diyar nekirine.

Di kampa Holê ya dikeve rojhilatê Hesekê de bi hezaran malbatên DAIŞ`î yên biyanî hene. Fikrên ku di zarok û jinan de hatine çandin xeteriyeke mezin li ser civak û tevahî cîhanê çêdike. Dema ku mirov di kampê de digere dibîne ku heta niha jinên di kampê de girêdayî wî fikrên radîkarl ku ji aliyê çeteyan ve fêr bûne.

Beriya du rojan jina bi temen a bi navê Hediya ku bi eslê xwe ji Azîrbîcanê ye neviya xwe ya bi navê Kol So (14) ji ber serçavk li xwe nekir, kuşt.

Li gorî raporên nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê ku ew zarok rastî lêdanê, xeniqandin û şikenandinê di laşê xwe de hatiye.

Rêveberên kampa Holê destnîşan kir ku jinên DAIŞ`î ku hîna bandora fikrên radîkal di serê wan de hene, bi armcana ku tevlîheviyê di kampê de derxînin, pirsgirêkan derdixin. Her wiha tekez kir ku divê civaka navdewletî ji bo rawestandina belavbûna firkên DAIŞ`ê têke nava tevgerê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din