​​​​​​​Jinên aktîvîst: Em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin

Çalakgerên jin gotin: “Dewleta Tirk jinên têkoşer dikin hedef û hewl dide tevger û vîna jinan bişkînin. Em ê li dijî van hewldanên dagirkeriyê yên ku jinan dikin armanc asta têkoşînê bilind bikin û li dijî wan bisekinin.”

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê siyaseta qirkirinê dide meşandin û bi awayek domdar êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên başûrê Kurdistanê, herêma Şengalê û kampa Mexmûrê dike. Herî dawî 23’ê Hezîranê bi balafirên bêmirov êrişî gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê kir û çalakgerên bi navên Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî qetil kirin.

Jinên çalakger dan zanîn ku dewleta Tirk ji fikirê jinan ê azad ditirse, ji ber vê yekê têkoşerên di rêya azadiya jinan de li ber xwe didin dike armanc.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Rodîn Îsa got: “Artêşa Tirk jinên têkoşer ên di nava tevgerên jinan de cihê xwe digirin dike armanc û bi vê yekê hewl dide vîna jinê bişkîne. Lê belê em wekî endamên tevgerên jin ên li Rojava em ê li ber xwe bidin û li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê yên ku me û jinên têkoşber ên di rêya rêxistinkirina civakê tê dikoşin, bisekinin."

Rodîn Îsa bal kişand ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Artêşa Tirk hewl dide me qir bike. Lê em wekî jin bi israr û têkoşîna xwe em ê li dijî van êrişan bisekinin."

Jina bi navê Muna Farûq jî axivî û got: “Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) mînak jinên azad  û sembola hemû jinên têkoşer e. Şehîd Zîlan 30’ê Hezîrana 1996`an li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî. Zîlan ji wê rojê û vir ve bû sembola jinên azad.”

 Muna Farûq di dawiyê wiha axivî: “Dewleta Tirk ji fikirê azad û vîna azad a jinan ditirse. Bi taybet jî piştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê YPJ`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din