Jinên ciwan û KPC-D çalakiya li Şehbayê dewr girtin

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) ya Efrînê çalakiya roja sêyemîn ya bi armanca piştgiriya bi çalakgerên grevên biriçîbûnê ya li navçeya Ehdasê Şehbayê ya dewr girtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja sêyemîn de didome. Çalakî îro ji aliyê endamên Yekîtiya a Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) ve hate dewrgirtin.

Çalakî bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê Aya Mihemed bal kişand ser girîngiya ramanê Ocalan ji bo azadiya jin û berxwedana têkoşer Leyla Guven silav kir.

Piştre semînerek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Yasmîn Mihemed ve hate dayîn.

Her wiha şanoyeke li ser Berxwedana Serdemê û greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê yên di girtîgehên dewleta Tirk de ji aliyê koma kampa Berxwedan ve hate pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de, qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser girîngiya rêxistinkirina civakê li ser esasê jiyana şoreşgerî û nameya deng a têkoşer Leyla Guven a banga têkoşînê li hemberî tecrîdê hate pêşandan.

Çalakî dê sibe bi beşdarbûna nûnerên rêveberiya xweser dewam bike.

ANHA


Mijarên Din