Jinên ciwan li dijî komploya navnetewî meşiyan

Bi sedan jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Firatê bi meşekê komploya navnetewî li diîj Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

KOBANÊ

Bi sedan jinên ciwan ên herêma Firatê, Minbic, Tebqa, Reqa ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15‘ê Sibata 1999‘an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Meş  bi dirûşmeya "Bi rihê Arîn Mîrkan em ê dîwarê Îmralî hilweşînin" hat lidarxistin.

Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi gundê Elbelor ê bajarê Kobanê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina komployê dihatin berzkirin.

Meş li gundê Elbelor ku 10 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê  rawestiya.

Meşvanan li vir navê "Apo" li ser bedena xwe xêz kirin.

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriêy Jînda Munzur axivî û komploya navnetewî şeremzar kir û got: "Em vê komployê bi tu awayan qebûl nakin, bi vê komployê wê nikaribin îradeya me bişkînin."

Jînda Munzur diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin ta Ocalan azad bikin.

Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla El-Ebd jî berxwedala Leyla Guven silav kir û komploya li dijî Ocalan şermezar kir. Leyla got, avakirina Yekîtiya Jinên Ciwan berhemên fikr û felsefeya Ocalan e.

Meş bi dirûşmeyên silavkirin berxwedana Îmralî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din