Jinên ciwan: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê ranewestînin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê bi daxuyaniyekî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe bi çalakgerên grevên birçîbûnê re anî ziman.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên ciwan ên Kobanê li qada Jina Azad ku li navenda bajarê Kobanê, hat dayîn. Ciwanan wêneyên şehîdên zîndanê û Leyla Guven û alên Yekîtiya Jinên Ciwan, hildabûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Stêre Nebî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev 20 salan Rêber Apo dîl girtiyê, ruxmî ku ev rewş bi xwe tecrîdeke giran e, li kêleka wî ev 3 salê dawiyê ev tecrîd zêde hatiye giran kirin û veguheriya îşkenceyekî . Em radigihînin ku ev tecrîda li ser Rêber Apo ji jinên ciwan be, çi ciwan û çi jî gel be ji bo me nayê qebûl kirin .

Çalakiyên grava birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Leyla Guven de dest pê kir, pêl bi pêl mezin bû û ji girtîgehan bigirin heya Ewrupa belav bû. Bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo canê xwe feda kirin. Bi taybet berxwedanan zîndanan zêdetirî ala berxwedanê bilind kirin. Şopdarê Kawayê Hemdem, Mezlûm Dogan bi fedakirina canê xwe ve têkoşînê zêdetir mezin kirin û bi çalakiyên canbexşeyan li derdora Rêber Apo de bûn xelekekî ji agir. Şehîd Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û duh jî Zehra Dogan, îro jî Mediya Çinar ji bo ev tecrîd were şikandin canê xwe fedakirin.

Ev çalakiyên canbexşanê ji bo me weke jinên ciwan ên Kobanê mijara rexnedayînê ye. Em wekî kesên li derve ji ber ku mijara xwedî derketina Rêber Apo de em kêm man, hevalên me yên di nava çar dîwaran de canê xwe feda kirin. Ev çalakî di heman de demê de ji bo pêdengiya me yên kesên derve re hişyarkirinek e.

Ji ber vê yekê jî vê seatê şûnde di destpêkê em wek jinên ciwan û ciwanên şoreşger, hemû gelê welatparêz û xwedî wîjdan ji bo ku tecrîd were şikandin em serhildana xwe bê navber bidomînin. Ev bêdengiya me wê şihadetên nû bîne, ji ber vê yekê jî em bang dikin ku hemû ciwan, jinên ciwan ên kurdistanê ji bo xwedî derketina şehîdan û ji bo şehadetên nû pêk neyên rabin ser biyan û bênavber serhildanên xwe bidomînin."

Daxweyanî bi dirûşmeyên"Bijî berxwedana zîndanan, Bijî Rêber Apo û şehîd namrin "bi dawî bû.

(şm/hk)

ANHA


Mijarên Din