Jinên ciwan ên Efrînê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi diruşma "Em dibêjin; ji tecrîdê re na" Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê meşek li dar xist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Jinên ciwan ku li ser rêya sereke ya gundê Marata yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bûn, posterên rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hilda bûn.

Meş di kolana sereke ya di navbera navçeya Ehdasê û gundê Maratê de geriya, di meşê de diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina zextên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî hatin berzkirin.

Meşa jinên ciwan li ber parka navçeya Ehdasê sekinîn û deqeyeke rêz hate girtin.

Li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan Rosêl Ebdulhemîd daxuyanî xwend, tê de rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî jinan, bi taybet jinên ciwan pîroz kir û li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan got, armanca tecrîdê hewldaneke ji bo şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Her wiha desnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin gelan ji hev parçe bikin û fikirê mirovî ku nîşaneyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya bû têk bibin da ku desthilata xwe li ser gelan ferz bikin.

Rosêl Ebdulhemîd diyar kir ku rêber Ocalan ji tevahî mafên qanûnî bê par hatiye hiştin û desthilata Tirkiyê ku mafên girtiyên siyasî diçewisîne, tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike.

Piştî xwendina daxuyaniyê, diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din